Emê ji nû ve dest pê bikin!

Ma ezê vê carê ji we re bi çi sond bixwim ku hûn bawer bikin? Ez bixwe jî mame heyirî ellawekîl! Lê ne wek serokê Sûrîyê haaa! Ew bixwe tirên bi panikî lê qelibiye û tirr û fisek jî tê nemaye, hema hema di taya mirinê de ye, de işallah lê nebe sibe rebbî!

Tirrkewênek hebû, ma kîjan jinê karîbû xwe li ber xiyarê wî bigirta! Ma bêbavo xiyarê wî herdem sê-çar fitlan li dora newqa wî gerandî bû, mero bextê xwe xerab neke, fîtê zilaman bû!

obama-and-bashar-assadRojekê ew û jinikekê ji vanê doxînsist û dilsincirî şert dikin, ku eger wî sî lotik, lê lotikên qerase haa, bi dû hevde li jinikê xistin, şertê wî li wê dikeve, eger na, wê çaxê şertê jinikê li wî dikeve, bazara petêxane yabooo, çima naaa! Ma ji wilo bazar xweştir heye law!

Tirrkewênê kezebşewitî û xiyarhesinî çend qûlhuwellahûehedan dixwîne û serî ji xiyarê xwe re berdide. Jinik jî xêzikan li erdê dikşîne û lotikan dijmêre: 1, 2, 3……28. Jinka bextxweş dît ku wê hasil bigihê Mûsilê, îcar xwest fen û hîlan bike, got: ev 27 çêbûn haaa! Mêrik got: Na welle 28.

Wê got 27 û wî got 28, mêrik kir û nekir jinik ji ya xwe daneket, hema boxê zilaman destê xwe bi hemî xêzikan xist û gotê: Ev giş çûn bera nekevin hesêb, emê ji nû ve dest pê bikin!

Wilo xuyaye miletê Sûrîyê jî wek tirrkewêno wê destê xwe bi ser hemî avahî, kelepûr, pêşketin ku bi salane xwîn û xwêdan têde daye, wê dest û lingê xwe li ser bixijiqîne, paqij bike û bêje: Emê ji nû ve dest pê bikin!

Welatekî ku xelkê wî sed dua û selewatan bikin ku saatekê berî saatekê firoke û roketên Emerîka lêbidin ji bo xatirê ew rêjîma faşîst û bongenî ji erdê rabe, bera kevir li ser kevir nehêlin, emê ji nû ve dest pê bikin!

Welatekî ku mirov têde qeniqî be, kole be, bê rûmet û bê nirx be, rojek ji rojan hest neke ku welatê wî be, bixwaze bişewite, kavil bibe, talan bibe, kevirên teyrikên ebabîl wek baranê bi ser de bêne xwarê, ê de bera ev welat birûxe! Emê ji nû ve dest pê bikin!

Ji xêra xwedê re û paşayê keremê re deqeyekê berî deqeyekê, roketên Tomahok wek leza tîrêja rojê bi ser rêjîma Sûrîyê de bêne xwarê, perçeyên top û tank û firokên Beşarko di ezmanan re derkevin, bibe roja qiyametê, qul nemînin ku Beşarko wek Sadam û Qazafî xwe têde veşêre, hemî kavil û wêran bibe, emê ji nû ve dest pê bikin!

Ji xêra xwedê re û Mazilevdînê nava Nisêbînê re, roketa ewil li nîvê gora Hafizko ketaya, ew hestiyên gemar bibana duman û di nav xaka Sûrîyê de nemabana. Ya diduwan li koka wê malbata heram ketiba û rehên wê ji dinyayê qutkiribana û çira wan heta hetayî vemirandiba, eger Sûrîye hemî bi wan re, wêran jî bibûya, tirrkewênên me pir in: Emê ji nû ve dest pê bikin!

Kurdistan

About The Author