Kî xayîn e?

Di hilbijartinên Kurdistanê de dîrok bi roleke giring radibe. YNK behsa wê yekê dike ku çawa pêşmergeyên wê xebat kirine heta serkeftinê, PDK jî guhdanê bi dîrokê dike.

Di bersivê de, lîsta Goran, PDK bi wê yekê tometbar dike ku di 31ê tebaxê de xayîntî kiriye.

Ev jî hewldaneke bo lawazkirina YNK û PDK. Lê pirsyar ew e ku çima ewqasî guhdan bi dîrokê tê kirin? Gelo rabirdûya hemû partiyan a şerê li dijî hevdu nîne?

Siyasetvanên lîsta Goran berê bi xwe beşek bûn ji YNK, lê ew niha bûne opozisyon li dijî “gendeliya” PDK û YNK.

Newşîrwan Mistefa bi peymana stratejîk di navbera PDK û YNK de razî nebû, lewma jî Goran ava kir.

Weke bersivdana wê helmeta ku PDK û YNK destpê kirine û tê de dîroka xwe ya xebatê li dijî rêjîma Beesê beloq dikin, lîsta Goran dest bi helmeteke berevajî kir û hewl dide dîroka PDK û YNK eybdar bike, nemaze jî dîroka PDK.

Goran bi taybetî behsa bîranîna 31ê tebaxa 1996 kir ku wê demê Mesûd Barzanî tankên Sedam Husên di şerê navxwe de li dijî YNK bikar anîn. Lê qey ji bîra Goran çûye, yan xwe kerr dike ku YNK jî di rojên 26 û 27.07.1996 de rê da artêşa Pasdaran ku êrîş bikin ser penaberên kurdên Îranê û PDKÎ.

Herwiha Talebanî jî di sala 1996 de, êrîşeke leşkerî, bi hevkariya artêşa Îranê bir ser Barzanî.

Berpirsên Goran jî rola wan di şerê navxwe de hebû. Herwiha PKK jî ku niha bi navê PÇDK tev li hilbijartinên Herêma Kurdistanê dibe, berê di şerên navxweyî de li Iraq û Tirkiyê beşdar bûye.

Pirraniya partiyên kurdî di nav dinyaya siyaseta kurdî de şerê hevdu kirine, ev jî encama parçebûna Kurdistanê bû ku wiha kir her partî bibe xwediyê berjewendiyên xwe yên navçeyî û taybet. Weke mînak dijminê sereke yê PKK Tirkiyê ye, lê PDK dixwaze bi rêya Tirkiyê serxwebûna xwe ji Bexdayê werbigire.

wladimir wilgenburgHerwiha şerê li ser desthilatê di navbera lîderên kurd de wiha dike ku bêhtir parçe bibin û li dijî hevdu şer bikin.

Rola îslamiyan jî di şerê navxweyî de hebû û li dijî partiyên kurdî şer kirin. Helbet Yekgirtû tev li vê yekê nebû û ji sala 1994 ve, guh dane siyaseta bi şêwazên sivîl.

Ligel vê yekê jî ew rastî nayê veşartin ku Yekgirtû girêdayî Îxwan Musilmîn e, ku pirr caran helwestên dijminkar li hember nasyonalîstên kurd nîşan dane. Vê dawiyê jî, grûpeke ser bi Îxwan li Sûriyê li dijî kurdan şer dike, da ku nehêlin bigihin otonomiyê.

Ev nîşan dide ku rola hemû partiyên kurdî hebû di “xayîntîkirinê” de û dergehên paş ên malên xwe ji welatên cîran re vekirine, da ku berjewendiyên xwe yên siyasî biparêzin.

Lewma pêwist e partiyên desthilatdar û opozisyon jî gub bidin aboriyeke çêtir, bikaranîna petrolê di siyasetê de, nebûna xizmetguzariyan, gendelî, xerabiya sîstema tendirustî û nebûna perwerdeyê, ne ku her û her li dîrokê vegerin.

Giring e armanc ew be ku behsa destkeftên xwe yên herî dawî bikin yan behsa şikestinên rikaberên xwe yên dawî bikin, neku her behsa dîrok û xebata pêşmergeyan bikin.

Rûdaw

About The Author