Erdogan „Turk“ rakir, xalê me hîna jî „Turk“ e

Piştî ku Kasimpaşalî Receb lotikek bêîman li „Andimiz„Sûnda me“ xist û zarokên Tirkîyê ji wê naleta „Tirk im, rast im, çeqilmast im“ azad kir, serokê gur û keftarên Tirkîyê sayin Devlet Bahçelî rabû ser tapanan.

bahceli turkBahçelî begefendî piştî ku têra xwe Erdogan da ber lotik û zîtirkên MHP kî, pêşniyazek qerase jî pêşkêşî Kasimpaşalî Receb kir û got: „Lan oxlim, te gotina „Turk“ ji „Andimiz – Sûnda me“ derxist, te navê „Turk“ ji kevir û çiyayên Tirkîyê pakij kir. Madem wilo ye, paşnavê Ahmet Turk jî biguhere cîgerim“ û pêde çû.

Niha birastî lo, henek li alîyekî, Erdogan navê „Turk“ ji sûnda me derxist, ji kevir û çiyayên Tirkîyê pakij kir, jê bir. Gelo çima xalê me Ahmet Turk paşnavê xwe naguhere? Ma hema heta roja qiyametê wê ew navê Turk, ew toqa naletê bela serê wî be?

Ma ne xebera Devlet Bahçelîko ye hûn bi qedrê xwedê kin?

Çima ne Ahmet Kurd, lê Ahmet Turk?

 

About The Author