Wey oxira we ya Filîtê Quto be rebbî!

Belê, çep û Kemalîstên ku bûne bela serê me Kurdan û di her halûkarê de dixwazin Kurdan bi dewletê û Kemalîzmê ve pîne bikin, dixwazin ji BDP veqetin û têkevin nav HDP (Partîya Demokratîk a Gelan). Wey li ser xêrê be û oxira we ya Filîtê Quto be rebbî!

HDPlilerWekîlên BDP Sirri Süreyya Önder, Ertuğrul Kürkçü, Sebahat Tuncel û Levend Tüzel, biryar dan ku dev ji BDP berdin û di meclîsa Tirko de grûpa HDP damezrînin. Wek hûn zanin, BDP gotibû „Emê li Tirkîyê di bin sîwana HDP û li Kurdistanê jî di bin sîwana BDP de têkevin hilbijartinan“. Û tew belkî BDP bê fesixkirin û ji holê bê rakirin jî.

Di vê derbarê de cîgerim Sirri Sureyya Onder armanca HDP eşkere kir û kela dilê xwe hênik kir. Kemalîstên ku wek gen û qijnikan bi Kurdan ve zeliqîne yan hatine zeliqandin, êdî bê tirs û eşkere berê Kurdan didin nav partîyên Tirkan û dixwazin bi navê çepîtîyê Kurdan ji ruhê netewî dûr bixin.

Sirri Sureyya Onder yoldaş di civîna çapemenîyê de gotiye: „Armanca me ev e em tam bibin partîyek Tirkîyê. Partîyek çep, sosyalîst ku berê wê li alîyê çep be, partîyek ku her bawerî û her kesên ku li dijî faşîzm û emperyalîzmê ne xwe têde temsîl bikin“ filan û fîstan û jehr û ziqûm.

Tam partîyek Tirkîyê!

Çep, sosyalîst, antî faşîst û antî emperyalîst!

Yanî çîrokên berî 30-40 salî!

Dek û dolabên berî 30-40 salî!

Ê başe babam, ka antî dagîrkerî û antî kolonyalîzm?

Serê Kurdan ji faşîzm û emperyalîzmê naêşe baba, serê me ji dagîrkerî û kolonyalîzma Tirkan dêşe. Hûn Tirk in, çep in, sosyalîst û Kemalîstên welatê xwe ne, antî faşîzm û antî emperyalîzm li we û bavê we pîroz û bimbarek be. Hûn dev ji Kurdên xwelîliser berdin yabo qurban, wek gen û qijnikan bi qûna Kurdan ve nezeliqin bes e.

Axir, xwezî bi wê roja ku BDP, PKK û temamê partîyên Kurdan ji Tirkan safî bibin û Kurd xwe bi xwe bimînin û hew. Aha wê gavê wê qûna reş û spî derkeve meydanê ellahwekîl. Ma wê çi siyasetek Kurdewarî bê meşandin peekkkkkkkk!

Enqere

About The Author