Mêro îcar jî xwe kir torinê Mihemed

Serokê CHP birêz Kemalê kinik, ango Kemal Kiliçdaroglû, vê carê jî xwe kir torinê Mihemed pêxember û got „Ez seyid im“ filan û fîstan.

kemalo KopieKemalê ku berê digot „Em ji Xorasanê ne û Tirkmen in“ -ku piranîya şênîyên Xorasanê jî Kurd in- û xwe ji Kurdayetîyê bi dûr dixist, ji bo ku çend deng û rayên misilmanên sunnî bistîne, kirasekî din li xwe kir û xwe kir seyid. Kemalê ku ji Dersimê ye û şerm û fedî dike bêje ku „ez Kurd im“, wek wan manken û modelên pavyonan her roj kirasekî li xwe dike û xwe li ba dike. Ji bo ku dilê netewperest û Kemalîstên di nava CHP de ji xwe nehêle û dev ji kursîyê xwe bernede, hezar û yek mahne û sedeman derdike pêş û dixwaze îspat bike ku ew ne Kurd e û ne ji dola Kurda ye.

Kemalê kinik û kurtik îcar jî xwe spart seyidbûnê û dibêje „Ez seyid im û ji ezbeta Mihemed pêxember im“ filan û fîstan.

Olan oxlim, sayin Kemal beg, yanî tu ji ezbeba Mihemed pêxember be çiye û  Tirkmen û Xorasanî be çiye? Bi ellahwekîl tu ji ezbeta Mihemed pêxember, Îsa pêxember, Mûsa pêxember û Elî pêxember be jî dîsa tu ew Kemal î û bihustekê jî bejna te dirêj nabe. Dîsa tuyê ew doltajî û çeqilmas bî û hew. Ne serê xwe bêşîne û ne jî bi vir û derewan xelkê bixapîne cîgerimmmmmmm….

kilicdaroglu karikatur

About The Author