Mêr cerdevan, kur esker û law jî gerîlla ye

Belê, ev pelûl bi serê gellek malbatên Kurdan de rijiyaye. Siyaset û polîtîka dewletê ya „bra bi bra bide kujtin“ bi sedê salane didome û em Kurdên xwelîliser jî tên lîztika dewletên dagîrker.

zuleyha sadak

Xaltîka me Zuleyha Sadak yek ji wan Kurda ye ku pelûla germ bi serê wê de rijiyaye. Mêrê wê cerdevan e, kurekî wê eskerê dewleta virqo ye û kurê din jî gerîlla ye.

De werin îcar ji nav vê pelûl û şorba germ derkevin. Rebena xaltîka me Zuleyha Sadak şaş û matmayî maye û hew zane çi bike, hew kare ji bin vê pirsgirêka giran derkeve der. Jor simbêl e û jêr jî rîh e. Serê dêr bi gû ye û binê dêr bi gû ye. Meriv bi kîjan alî bigire xetere.

Ê de ka hûn xwe têxin şûna xaltîka me Zuleyha Sadak û çareserîyekê ji vê lotika giran re bibînin qurban..

Xwedê sebr û aramê bide Kurdan û hew, ma ezê bêjim çi……

About The Author