Ziman û Ez

Ji min re dibêjin, çima zimanê te ewqasî tûj û çepel û dirêj e?
Dema min dest bi dibistana seretayî kir, temenê min pênç bû.
Heya wê rojê jî, ji zimanê ku dêya min di malzaroka xwe de hînî min kiribû pê ve bi tu zimanê din nepeyivîbûm, min nizanîbû. Min di wê dinyaya xwe ya teng û biçûk de digot belkî hemû însan bi vî zimanî dipeyivin û her kes wek me ye. Lê dema min dest bi dibistanê kir û li wî zimanê ku roj bi roj zimanê min dadiqurtan, rast hatim, hîna nuh zingînî ji serê min hat ku ji bilî zimanê min zimanin din, ji bilî însanên wek min jî însanin din hene.
Di nişka ve ew zimanê ku dêya min bi hezkirineke bêpîvan, gav û saet ji min re çîrok, çîrçîrok, çîvanok, meselok û xweşgotinok pê digotin, di nava çar dîwarên sar û cemidî de hatibû asêkirin, zindankirin û qedexekirin.
Ji wê rojê şûn de, min terka zaroktiya xwe kir; ne biçûk mam, ne jî mezin bûm..
Hefteya ewil bi min wek îşkenceyê derbas bû. Mamoste tiştine digot, lê me jê fahm nedikir ka çi dibêje. Em di nava derûniyeke ecêb de bûn. Hestên me xatir ji me xwestibûn û em ji hev dûr ketibûn. Ziman di devê me de êdî tenê pariyeke goşt bû û nema bi kêrî me dihat. Ew peyv û gotinên heya wê rojê me bihîstibûn, di nava gola xwîna wî goştî de fetisîbûn.
devliken faruq
Mamoste li ser nigan, şivek di dest de, bi vir de û wê de diçû û dihat û tiştin vedigot, lê ew tiştên ku mamoste vedigot ne li ser bala me bûn, lewre me nizanîbû tên çi wateyê û jixwe me jê fêhm jî nedikir. Guhê me li zengil, çavê me li derî bû tim, da ku kêliyekê berî kêliyekê em ji ezêb rizgar bibûna. Ku zingînî ji zengil dihat, wek em nuh ji dawa dêya xwe bikevin, hew tune bû bask bi me ve şîn bihata û em bifiriyana; bi kêf û coşeke nayê tarîfkirin me xwe li azadiyê diqewimand. Bi lêdana zengil re wek pezên ku bi vekirina deriyê govê re li ser stûyên hev siwar bên, em li bin guhên hev diketin.

Piştî destpêkirina dibistanê, min tim xwebixwe ji xwe dipirsî. “Gelo gunehê me çi bû ku dê û bavên me ev ezab bi me dikişandin û em dişandin ber destên van zaliman? Çima zimanê me ji me, em ji zimanê me dixeyidandin? Yan jî çima ev zimanê ku wek marekî reş î bijahr bi me dihat, hînî me nekirin ku nuha ji tirsa vî bêbavê mamoste, wek pîsîkê ku ji tirsa kûçik di quncikeke xênî de ji bêçaretî xwe dimelisîne û xwe dicivîne ser hev, em bêzar û bêziman wek rebenokan li vir rûniştine û deng ji me dernakeve?

Bi qedexekirina zimanê min, xeyalên min jî hatibûn qedexekirin.
Lîstikên min…
Kenê min…
Giriyê min…
Dengê min..
Hestên min…
Xewnên min…
Ji tirsa, min hew diwêrîbû navê pinpinîkan, çirçirkan, kulî û şahkuliyan, beq û reqan, gêrîk û gêrgêrîkan, pelçimokan, hechecîkan, kevokurkan, têtiyan, gabelekan, zirzilîkan, şivanşitexlîkan û gelek navên din jî bianiya zimên.
Ji tirsa, min hew diwêrîbû navê gihê, tolikê, stirîzerkê, kelbeşê, pirparê, nançûkê, pîvokê, rihanê, toprihanê, beybûnê, berfînê, şîlanê, gulê û gelek navê din jî bianiya zimên.
Ji tirsa êdî ez ji siya xwe ditirsiyam…
Zilamekî zimanxerîb, çar dîwarên sar û ezabekî ku min nizanîbû sedem çi ye…

Piştî du-sê hefteyan, êdî hêdî hedî em hînî peyvik meyvikên zimanê wî zilamê ku me bi çavê ruhstîn lê dinêrî dibûn, lê hîna jî gelek peyv û têgeh bi me xerîb dihatin. Bi her awayî me nikarîbû derd û daxwazên xwe bianiya zimên.
Rojekê mîzê zor da min û min nema debar kir. Min çongên xwe kişandin zikê xwe nebû. Min nigekî xwe evêt ser nigekî din nebû. Min dev li lêvên xwe kirin nebû. Min diranên xwe li hev şidandin nebû, nebû, nebû…
Min kir û nekir navê wê bêxwedîka mîzê nehat bîra min. Lê sedem tenê ne navê mîzê bû jî. Bêbavo bi awir û mirûz û şêwaz û tevgerên xwe qidûmê me jî xwe şikenandibû.
Divê ewil tilî bihata bilindkirin. Dû re di nav ewqas zarok de şipiya sekinandin û ji bilî navê mîzê hevokeke ku tu yê pê karibî derdê xwe bînî zimên lazim bû. Û ya herî girîng, ew xwebawerî ku ji mêj de bi qedexekirina zimên re ji dil û hişê me koç kiribû, bar kiribû lazim bû.
Ne navê mîzê hat bîra min, ne jî qeydeyên hevoka ku ez ê mîzê çawa di nav de bi kar bînim û ew ê ji min re bibe derman û çare…
Tiştek nehat bîra min.
Bêyî ku ez kesî bi xwe bihisînim, bi dizî û piçik piçik min bin xwe şil kir. Min piçekî berdida û disekinîm, berdida û disekinîm heya ku pantorê min ew mîza ku min berdida vedixwar û ji nû ve dîsa piçikekî din… Werê werê min xwe rehet kir.
Min nehişt bin nigan bibe gola mîzê, lê pantor û derpîkê min î kin şilûpil bûn.
Çawa ku zengil lêda, bi derketina mamoste re, zarok li ser stûyên hev siwar hatin. Min xwe li ciyê xwe kerr kir heya hundir vala bû. Piştî ku hundir vala bû û tenê mam, çûm tuwaletê û min serçavê xwe şuşt û piçekî jî xwe şil kir da ku kes nizanibe min bi xwe de mîstiye. Û şens û sihûda min jî hebû ku dersa dawîn bû, lewma jî piştî ku dibistan vala bû, min xwe li dû hemû zarokan hişt û ketim rêya malê. Çawa giham malê, bi dizî ketim hundir û bêyî ku dêya xwe û zarokan bi xwe bihisînim, min xwe guherî û pantor û derpîkê xwe yî kin bir avêt nav çekên neşuştî û min kesereke kûr kişand…

Yanî ew hevalên min ên ku vê pirsê ji min dikin û dibêjin çima zimanê te ewqasî tûj û çepel û dirêj e, ez ji we re wiha rave bikim û raxim pêş çavên we roniya çavê mino.
Sedema tûjbûn, çepelbûn, dirêjbûna zimanê min hûn zanin çi ye?
Dagirkeran axa min, welatê min dagir kirin, çand, kevneşopî, huner, wêje û nirxên min talan kirin, ji hev de xistin, tarûmar kirin. Zimanê min qedexe kirin ku gelek caran hiştin ku em ji ber kurdbûna xwe, ji ber hebûna xwe şerm û fedî bikin. Pirê caran jî bi ser ketin. Bi zimanê min, zaroktiya min emirqutî kirin. Bi zimanê min, ez lal kirim ku pirê caran min nikarîbû derd û daxwazên xwe yên xwezayî bianîya zimên.
Ez bi zimanê xwe yê tûj û çepel û dirêj heyfa xwe ji wan hiltînim.
Ez bi zimanê xwe yê tûj û çepel û dirêj heyfa hetiketiya kîrê xwe ji wan hiltînim.
Û bi vî hawî ez ji dagirkeran re dibêjim ku, hûn çi bikin jî, hûn ê nikaribin kîrê min bixwin…

About The Author