Osmanê me lotikek bêîman li PYD xist

Belê, brayê serokê Kurdên dinya û axretê xalê me Osman Ocalan, beşdarî bernama „Zelal“ a Zagros TV bû û çend lotik avêtin.

Osmanê me behsa jiyana xwe û PKK kir û got: „Partîya ku min 30 salan mezin kiriye piçûk nakim, lê mafê min heye wê rexne bikim. “ û pêde çû.

osman

Osmanê ku her roj ciwantir û çelengtir dibe, lotikek bêîman li PYD xist û mejîyê wê ji hev belawela kir.

Osman Ocalan got: „Dawîya sala 2003an min PYD ava kir. Biryar bû Mûrad Qereyilan PYDê ava bike, lê wî ev kar nekir û min PYD ava kir.”

Avakirina PYD ne tiştek e. Lê Osmanê me ew kir dîktator û mîktator û mîrkutek li nav serê Salih Mislim jî xist.

Osmanê me bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwar û got: “PKK tenê xwe rast dibîne û hêzên din jî hemûyan xayîn dibîne. Di nav reş û spî de dimeşe. Ev siyaset di nav PYDê de jî heye û dîktatoriya rêjîma Sûrîyê li Rojava dide meşandin.” filan û fîstan.

Axir, xalê me Osman Ocalan PKK û PYD kir dîktator û lotikek li wan xist wesselam.

Xêr û guneh di stuyê Osmankê me de be…

Zaxo

About The Author