Xalê me Turk nikare bi kerê, dibeze kurtên

Gotinek bav û kalan heye dibêjin „Filankeso nikare bi kerê, dibeze kurtên“ filan û fîstan. Xuyaye ev jî mesela me û xalê me Ahmet Turk e.

Li ser bextê ajansa ANF û vir û derewên wê be, dibêjin xwedêgiravî xalê we Ehmedê Mala Sînan Axa, ango Ehmedê ku ji paşnavê xwe „Turk“ şerm nake û tew naxwaze wî paşnavê gennî û mirarî ji ser xwe jî bavêje, lotikek bêîman li Serok Barzanî û helwesta wî daye û bayek ji ber serê xwe berdaye.

ahmet turkLi gora fitne û Beko Ewanên nava ANF dibêjin, xalê me Ehmed Turk xwe li ser Salih Mislim enirandiye, Serok Barzanî rexne kiriye û gotiye: “ Kurd sînorê xwe li Kurdan digirin. Kek Mesûd Barzanî bivir li lingê xwe dixe. Ev helwesta wî kare di nava Kurdan de rê li ber encamên negatîf veke. Eger em nebin yek, emê bandora xwe ya li cîhanê winda bikin. Yekbûn û yekîtîya me, wê bi dijminên Kurdan gavan bide avêtin.“ filan û fîstan.

Na na, xelet fêhm nekin qurban. Xalê we Ehmed Turk gava behsa yekîtîyê dike, helbet behsa yekîtîya di bin ala PKK de dike. Ne ku aşiq û evîndarê yekîtî û wekhevîya Kurda ye. Yan wê Kurd têkevin bin per û baskên PKK û PYD û bibin himal û barkêşên wan, yan jî çi tiştên ku ne li hesabê wan be, ne di bin emrê wan de be bêterbîyetî ye, ajantî ye û quzê kerê ye. Ehmed Turk şûjina çavê Salih Mislim nabîne, lê derzîya çavê Barzanî dibîne.

Esasen sûc ne sûcê PKK, PYD, Salih Mislim, Ehmed Turk û Ayselkê ye. Sûc sûcê PDK û malbata Barzanî ye. Heke ji roja ewil de PDK û Barzanîyan rê û qedr û qîmet nedabûna wan, îro rewş dibû rewşek din. Lê xalê me Ehmed Turk rast gotiye. PDK û Barzanîyan ji sala 1983 an û vir ve bivir li lingê xwe xistine, bi protokola navbera PDK (Idrîs Barzanî) û PKK (Ocalan) ve bivir li lingê xwe xistine. Ne tenê li lingê xwe, bivir li lingê hemû Kurdan xistine. Helbet heta PDK û Barzanî vê xeletîya xwe fêhm bikin, wê hasil bigihê Mûsilê. Û tew ji niha ve jî gîhaye Mûsilê û jê bihurîye jî wesselam…

Axir, em tiştekî ji vê re nabêjin. Ev siyaseta PKK a 40 salî ye û kurmê şîrî heta pîrî ye. Wek ku xalê we Cemîl Bayik jî gotibû, em nikarin kirasekî Kurdî li PKK bikin.  Baş xerab siyaseta wê ye, divê rêz jê re bê girtin. Lê kes û siyasetmedarên ku wek xalê me Ehmed Turk geh li defê dixin û geh li zirnê dixin, aha ew lotikên xeter davêjin. Esasen ew yekîtîya Kurdan têk dibin. Li cem PKK kole û mirîd in, li Kurdistana azad û li cem Serok Barzanî jî bi qurban û heyran in. Karin bi rehetî Barzanî rexne bikin, çimkî Barzanî serokek demokrat û Kurdhez e, li wan naxe û pozê wan jî naşkîne. Lê ziravê pisîkan jî bi wan re tune ku Ocalan, PKK û PYD rexne bikin. Aha ev kesayetên bi vî awayî esasen di nava Kurdan de dibin sedemê nakokîyan. Ji ber nikarin siyasetek serbixwe û bi şexsiyet bimeşînin, mixabin peşkên wan li temamê Kurdan jî dikevin. Peşkên kirêt.

Axir û werhasilî kelam, dil dixwaze ku tu Kurdek dilê Kurdê din nehêle. Dil dixwaze ku Kurd dijminatîya hevdu nekin. Dil dixwaze ku rojek berî rojekê partîyên me tifaqa xwe çêkin û bi ruh û helwestek netewî û Kurdistanî tev bigerin û pişta hev bigirin. Dil dixwaze ku partîyên me siyaseta xwe ne li gor berjewendîyên dewletên dagîrker, lê li gor berjewendîyên netewî bimeşînin.

Lê ka ew Kurd? Kanîn ew partî?

Ka ew partîyên ku Kurd û Kurdistanî bifikirin?

Ka ew partîyên ku berjewendîyên Kurdistanê nekin bi qurbana berjewendîyên xwe, partîya xwe û xirrê xwe?

Ka ew partîyên  ku xulamtîya dewletên dagîrker nekin û siyaseta xwe li gor berjewendîyên dewletên dagîrker nemeşînin?

Siyaseta bêşexsîyet nikare yekîtîya Kurdan pêk bîne, nikare behsa yekîtîyê jî bike.

Ev ji bo her partî û rêxistinên Kurd derbas dibe.

Heke Serok Barzanî bivir li lingê xwe xistibe, bawer bikin Ehmed Turk jî bivir li pozê xwe xistiye.

Yaw birastî lo, hoooooo xalê Ehmed!

Hema bi henekî be jî ji kerema xwe ka carekê Ocalan, PKK û PYD jî rexne bike cîgerim. Yan tu wan rexne bikî wê rêya meclîsa Tirko li te bê girtin ne wilo!?

Haaaaaa, berî ez gotina xwe tewa bikim, dixwazim lotikek  germik û nermik  li PDK û Serok Barzanî jî bidim.

Ya kek Mesûd!

Kengî hûnê dost û dijminên xwe ji hev nas bikin kaka?

Mêrdîn

About The Author