Masaj – Firkandin

devliken faruqWek hûn zanin, Swêd bûye wek Kurdistaneke biçûk.
Kurdê ku serê wî/ê ji ber pergalê diêşiya, lê dixist, berê xwe dida wir. Û Swêdê jî heta dawî derî û şibakeyên xwe ji kurdên siyasî re vekiribûn. Lê ji ber ku hayê rebenan ji dek û dolab û fen û fûtên kurdan tune bû, kurdên me yên siyasî, nesiyasî bi rengê siyasî xwe lê qewimandin û kirin ku Swêdî welatê xwe terk bikin, ji wan re bihêlin û berê xwe bidin deverin din…

Gelek kesan ji bo rûniştandina li wir bistendina, yan kirasekî siyasî li xwe dikirin yan jî li nivîskariyê hûr dibûn, xwe dikirin nivîskar. Lewre kurdînivîsandin jî bi serê xwe çalakiyeke îdeolojîk û siyasî dihat qebûlkirin wê çaxê.

Alanê Silêmanî jî yek ji kurdên me yê li Swêdê dijî ye…
Ka siyasî ye, ne siyasî ye, nizanim.
Ji paşnavê wî jî diyar e, Alanê Silêmanî yan ji pişta Silêman e, kurê Silêman e yan jî ji Silêmaniyê ye, lewma ev paşnav li xwe kiriye ku bi ihtimaleke mezin jî ew ê ji Silêmaniyê be û soran e kakacan…

masaje-erotico_001

Axir, rojekê ji rojan, ka kîrê Alanê me radibe yan qûna wî dixwire, nizanim, lê dixe berê xwe dide saloneke masajê (Thai Massage)
Cilûbergên xwe ji xwe datîne, pêşmalekê li nava xwe digerîne û tê xwe li ser textê masajê dirêj dike.
Xanimeke taylanî ku ji bedewbûn û seksîbûnê mirov nikare lê binêre, tê û bi wan destên xwe yên nazik û estetîk dest bi firkandin û masaja Alanê me dike.
Bi pêbûna destê xanimê re, di bin wê pêşmalê de kîr li Alanê me dibe wek singekî ku agir bi dil û kezeb û gurçikên wî dixe.
Tu derên wî namîne, jinik her derê wî dide ber tilî û destan, wî ji halekî dixe halekî; cane wî dibe wek şimayê; nerm dibe mîna pembo…
Piştî masaj bidawî dibe, Alanê me di nav aramî û kêxweşiyeke bêpîvan de radibe li ser xwe diedile û li qûn rûdinê.
Jinik bi awirên şehwetkar çavên xwe li ser Alanê me digerîne û bi dengekî niyhandokî ku nefesê li Alano diçikîne, dibêje, heke tu sê sed kronan bidî, ez ê kîrê te jî bimêjim…
Alanê me bi bihîstina sê sed kronî, çav di serî de dibin du tas, ji hev fire dibin. Dibêje, ka tu sed kronî bidî min, ez ê quzê te bialêsim, dibe?

About The Author