Kesên bi kêrî millet û welatê xwe neyên, bi kêrî kesekî din jî nayên

Parlamentoya Kurdistanê vebû û civîna yekem pêk hat. Vebûn û civîna parlamentoya Kurdistanê bi sirûda Ey Raqîb dest pê kir. Lê sirûda netewî li hesabê xinek xulam û nokerên dewletên dagîrker nehat û bêrêzî li hember sirûda netewî û parlamentoya Kurdistanê kirin.

iblis KopieDi dema xwendina sirûda netewî Ey Raqîb de hinek endamên Komela Îslamî ranebûn ser lingan û bêedebî li hember sirûda netewî, li hember şehîdên Kurdistanê û îrada gelê Kurd kirin. Ev kesên ku xulam û nokerên dewletên dagîrker û bi taybet jî nokerên Îranê ne, qewmîyet û berjewendîyên gelê Kurd û Kurdistanê xistine bin pîyên dewletên dagîrker û xiyanetê li gel û welatê xwe dikin. Ev kesên ku bi navê xwedê û bi mavê îslamê dijminatîya Kurd û Kurdistanê dikin, ji kafiran kafirtir û ji îblîsan jî îblîstir in.

Çi kesê ku ruh û gîyanê netewî pê re tunebe, wê îxanetê li gelê xwe bike.

Çi kesê ku xulam û nokerîya dewletên dagîrker bike, wê Îblîs, Melkemot, Cebraîl, Mîkaîl û Hazretî Sofî Xelef  li axretê qûşê li wan biqetîne û xelas…

Zaxo

About The Author