Tansiyona Hisên û nexweşîya kîrê Sofî Ehmed

sofi-xelefoHisên ê Hebizbinî ji nexweşxanê vedigerîya. Bi rê de pêrgî (rastî) kalkê xwe Sofî Ehmed hat.

Sofî Ehmed jê pirsî:

– Tu ji ku tê xwarzê?

Hisên:

-Ez ji nexweşxanê têm..

penis dar

Sofî Ehmed:

– Xêr e, qey tu nexweşî?

Hisên:

– Erê welle, tansiyona min çêbûye. Geh bilind dibeeeeeee û geh dadikeve. Geh radibeeeeeee û geh dadikeve..

Bû tîqtîqa kenê Sofî Ehmed û got:

– Naxwe nexweşîya te jî wek nexweşîya kîrê min e xwarzê..

Hisên:

-Nexweşîya kîrê te çilo?

Sofî Ehmed:

– Ê nexweşîya kîrê min jî wek tansiyona te ye wî. Geh radibeeeeee û geh dadikeve. Geh bilind dibeeeeee û geh dadikeve.  Geh rep dibeeeee û geh sist dibe xwarzê..

Îcar van heyaman tansiyona me Kurdan bilind bûye. PKK û PYD êrîşî PDK û Barzanîyan dikin û wan dikin şirîkê çeteyên wek El Nusra. PDK PKK û PYD rexne dikin û wan dikin hevkar û şirîkê rejîma Esed. HUDA-PAR û PKK dest bi lotikên şer û pevçûnê dikin. Û bi dehan mînak û nimûneyên din..

Îcar tansiyona me bûye wek çi?

Bûye wek nexweşîya kîrê Sofî Ehmed.

Geh bilind dibeeeeee û geh dadikeve..

Geh bilind dibeeeeee û geh sist dibe…

Ê de xwedê aqûbeta me xêr bike rebbî…

 

 

 

 

About The Author