Gabrîelka me bû Şahciwana Kaînatê

Doh (09.11.2013) li bajarê Moskovayê fînala Şahciwanîya Kaînatê hat li dar xistin.

Di pêşbirka Şahciwanîya Kaînatê de bedewa Venezuelayê Marîa Gabrîela Îsler  ji alîyê jûrîyê ve bi yekdengî wek „Şahciwana Kaînatê“ hat hilbijartin û bû yekem.

maria gabriela

Marîa Gabrîela Îsler di sala 1988an de hatiye dinyayê û di sala 2012 an de wek bedewa Venezuelayê hatibû hilbijartin.

Bi Şahciwanîya Kaînatê ve ne tenê şan û şohret, herweha Marîa Gabrîela Îsler  250 hezar dolar jî qezenc kir û da lotikan.

Êdî rêya dewlemendîyê ji xanima germik û nermik Marîa Gabrîela Îsler re vebû û xwedê bi elba mezin dayê.

Îcar bilezînin, dereng nemînin û sêva xwe li serê wê xin gelî lotikvanan.

Berî go hinek xiyarên din wê têxin şaqûl û xefika xwe, xwe bigihînin Marîa Gabrîela Îsler û pê re bizewicin. Hem hûnê dewlemend bibin, hem jî hûnê têra xwe balêsin û nîhandinên xwe bikin wesselam..

Ji me gotin heyran…

maria-gabriela-isler

About The Author