Me dest bi mizakereyan kir

Belê, ji bo em kontenjanên vala tije bikin û dagirin, me dest bi pêvajoya lihevkirinê kir û  em gîhane asta mizakereyan.

Yek ji wan lotikvanên ku me ew xistibû bala xwe û me sêva xwe li serê wê xistibû, lotikvana germik û nermik Jaclyn Swedberg xanim bû. Bedewa Playboy ê, xanima agirpêketî û tenûrgerm Jacklyn Swedberg, dilê me nehişt, em derbasî qefesa sîng û berên xwe kirin û dilê xwe ji me re vekir.

Jaclyn Swedberg4

Li ser tijekirina çend kontenjanên eşîreta Lotikxanê, me xwest em nêta wê zanibin û buhayê lotikên wê bipîvin. Xanima seksî û meksî qet xwe aciz nekir û buhayê transferkirina xwe ji me re got. Got lê agir bi kezeba me xist, xwêsîya me di qirika me de hişt û cîh li me teng kir.

Xanima memiknerm gava buhayê transferkirina xwe got, çavê me wek zotika mirîşk û elokan fireh bûn.

Xanimê çi ji me xwest?

5 çewal dendikên zebeşên Diyarbekirê, 3 çewal meqerna ( ji ewa ku Erdogan li xelkê belav dike), 4 terektor nîskên Sêrtê, 6 kemyon zeytûnên Dêrika Çiyayê Mazî, 2 kîlo îsotên Ruhayê, 3 cot gore, 4 cot serkiras û binkiras, 7 cot pêlavên kabikbilind, 15 cûm benîştê binxetê, 3 xiyarên Mêrdînê û 12 teneke zeytûna Efrînê.

Hûn qelenê Jacklyn xanimê dibînin ne wilo?

Hey xwedê topa qiyametê li nav şeqê te xistê, ma em xwedîyê petrola Kerkûk û Mûsilê ne go em karibin van daxwazên te bînin cîh keçko?

Me digot pir pir Jacklyn xanim kîlok nîsk û 2-3 kîlo savar ji me bixwaze, me nizanîbû wê barê qantirekê li pişta me ke..

Axir, niha em di pêvajoya mizakereyan de ne gelî lotikvanan. Heke bi xêr û selamet hikûmeta başûrê Kurdistanê çend sîtil û bîdonên petrolê ji me re bişîne, belkî em karibin qelenê Jacklyn xanimê bidin û aştîyê pêk bînin wesselam…

Waşîngton

Jaclyn Swedberg

Jaclyn Swedberg3

About The Author