Serok Barzanî xew li wan herimand

Belê, piştî 21 salan, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî tê Amedê, tê bajarekî Kurdistanê, bajarekî welatê xwe. Lê xuyaye hatina Serok Barzanî xew li gellek Kurd û Tirkên dewşîrme û çeqilmast herimand. Çima herimand? Ji ber Barzanî sembola Kurdistanê ye. Barzanî sembola xeta netewî û yekîtîya Kurdistanê ye. Barzanî tirsa dilê xêrnexwazan e.

osman zana KopieHeke em xalê xwe Osman Baydemîr û xaltîka xwe Leyla Zana ji nav derxin, piranîya rêvebir û alîgirên BDP û PKK hatina Serok Barzanî şermezar dikin û wî dikin hevpar û şirîkê hikûmeta AKP û Erdogan. Heke Barzanî û Erdogan li Enqerê hevdu bidîtina, belkî ewqasî li zora wan nediçû û av nediçû bin wan. Lê Amed taybet e. Amed keleh e. Tirsa wan ev e ku bi hatina Barzanî belkî netewparêzî û Kurdperwerîya wê kelehê xurttir bibe û ew tirs û xofa Tirkperestî û Tirkayetîyê ji dilê Kurdan derkeve. Halbûkî wek her Kurdekî mafê Barzanîye jî ku serdana bajarekî Kurdistanê bike. Amed ne malê bavê kesekî ye û li ser Tirk û Kurdên Kemalîst jî ne tapokirî ye.

Ji herkesî zêdetir heyfa min li xalê me Ehmedê mala Sîno, li Ehmed Turk (xuyaye ev paşnav birastî jî layiqî wî ye) tê. Ehmed axa bi dehan caran serdana Hewlêrê kiriye. Barzanî bi rêz û qîmet pêşwazîya wî û heyetên BDP kiriye. Qet negotiye ku ew ji bo piştgirîya PÇDK û PKK yan ji bo polîtîka Nûrî Malikî tên Hewlêrê. Wek Kurdekî Kurdistanî, bi dilekî germ pêşwazîya wan dikir û kir. Lê ku Serok Barzanî tê Amedê, lingê wan li hev diherbile û tehamilî nayê kirin. Heyf û mixabin Kurdên çeqilmast karakter û sincê Tirkan stendine. Nanê wan li ser kaba wan e û bextê wan jî tune. Çawa ku bav û kalên me dibêjin „Bextê Romê nîne“ û „Nanê Tirkan li ser kaba wan e“, Kurdên Tirkîyeperest jî çûne ser adet û çanda Tirkoleran. Bûne dewşîrme, çeqilmast û sewsî bûne. Li şûna ku pêşwazîya Barzanî bikin û bi hatina wî ya bakurê Kurdistanê kêfxweş bibin, bê şerm û fedî dijberîya wî dikin û kêfa xêrnexwazan li Kurdan tînin. Wey nanê ku we li Hewlêrê dixwar di qirika we de bimîne rebbî!

Axir, Serok Barzanî tê Amedê. Hûn xwe biçirînin, bidirînin û xwelîya heft gundan li nav serê Kurdan bikin jî, Serok Barzanî tê Amedê. Amed Ameda Kurdistanê ye. Amed ne Ameda Tirkên dewşîrme û Kurdên çeqilmast e. Ji bo Barzanî Hewlêr çi be, Amed jî ew e. Mahabad çi be, Qamişlo jî ew e. Diçe ku wê biçe. Barzanî serokdewlet e, bi serokdewletan re rûdinê û mizakere dike. Wek hinekan bi onbaşî û çawîşan re rûnanê….

Tu bi xêr bê Amedê kek Mesûd!

Rêz û silav ji bo helwesta xalê me Osman Baydemîr û xaltîka me Leyla Zana.

Hûn her hebin!

About The Author