Kurd Kurdistanê naxwazin!

devliken faruqKurd Kurdistanê naxwazin…
Kurd derewa dikin…
Kurd xwe dixapînin…
Kurd bi xwe re dikevin nav nakokiyan…

Dilê wan û zimanê wan ne yek in; dil bi hêlekê ve, ziman bi hêlekê ve dibeze…
Ziman jî mîna kesayeta xwe ya durû, qûnde kirine. Ji hest û hîs û raman û mejî û dilê wan re berdevkiyeke sexte dike. Ziman jî mîna xwe kirine berjewendîperest û êdî ziman jî bi nigê wan î sê-çar nig lêdixe…
Bi kurt û kurmancî, ziman jî ji kesayet xistine; dest avêtina namûsa zimên, ew lewitandine.

Çawa ku zarok bi pêlîstokan sebra xwe tînin, kêfa xwe tînin, pê şa dibin, herwiha navê Kurdistanê jî ji bo kurdan bûye pêlîstok; pê sebra xwe tînin, pê kêfa xwe tînin û xwedêgiravî pê şa dibin.
Kurd, bilêvkirina Kurdistan tenê xwe dixapînin.
Serê wan bişikînin, mejiyê wan derxin; dilê wan biqelêşin, vekin, heke we tenê tîpek ji navê Kurdistanê di nav de dît, ez ê pozê xwe jêkim û hew diherim li civatan rûdinim.

maske Kopie
Li ser her sê perçeyên din nikarim quretiyan bikim û mafê min jî tune ye, lê perçeyê bakur ku di bin desthilatdariya tirkan de xwedêgiravî nalenal e, dil û mejî û kesayeta xwe ya kurdistanî radestî neyarê xwe kiriye. Bi vîrusa tirkîtiyê kesayeta kurdayetî pûç bûye, felç bûye.

Kurd Kurdistanê naxwazin…
Bi zaneyî yan bi nezanî, bi hiş û tevger û helwest û hewldanên xwe li dijî Kurdistanê ne.

Ji bo mirov welatekî bixwaze, divê mirov qedir û qîmet bide nirxên wî welatî…
Ji bo mirov welatekî bixwaze, divê mirov li kevneşopiyên wî welatî xwedî derkeve…
Ji bo mirov welatekî bixwaze, divê mirov, wêje, huner û çanda wî welatî biparêze…
Ji bo mirov welatekî bixwaze, divê mirov ji dilê wî welatî hez bike, bike taca serê xwe û her li ser serê xwe bigerîne…
Dilê welatekî, zimanê wî ye. Heke tu ji zimanê wî welatî hez nekî, tu yê nikaribî ji ax û av û dar û berên wî welatî jî hez bikî, lewre axa wî welatî jî, ava wî welatî jî, dar û berên wî welatî jî bi zimanê wî welatî dibin mal û milkên wî welatî…
Heke tu bi zimanê wî welatî nizanibî, ew welat nabe welatê te û te ji xwe nahesibîne. Tu bi zimanê wî welatî nizanibî, tu yê her û her li ser wî welatî biyanîyek bî û jiyaneke penaberî bijî.

Kurd Kurdistanê naxawazin…
Kurd derewa dikin; hemû gotinên wan ji qirikê û berjor in, ne ji dil in, lewma jî tenê xweş dikin, demogijiyê dikin û bi vê demogojî û xweşkirinê hêla xwe yî kurmî û pûç bûye, vedişêrin.
Kurd, bilêvkirina Kurdistanê, ûjdanê xwe yî di navbera kesayet û bêkesayetê de eciqiye, diêşe, aş dikin, ditemirînin.

Mafê we tune ye ku hûn him wan wek dagirker bibînin, him jî bi dilê xwe hebûna wan bipejirînin.
Mafê we tune ye ku hûn him zimanê wan wek jahra zimanê xwe bibînin, him jî bi dilê xwe zimanê xwe bikin qurbana zimanê wan.
Mafê we tune ye ku hûn him li dijî dewleta wan derkevin, him jî bi dilê xwe ziman û wêje û huner û nirxên wan bixemilînin.
Mafê we heye ku hûn xwe bixapînin, lê mafê we tune ye ku hûn me bixapînin.

Serê xwe bilind bikin û bi serbilindî bibêjin, em Kurdistanê naxwazin. Piştî ku we xwe kir xwelî û axa Kurdistanê, xem nake û jixwe şerm jî êdî ji we şerm nake…

About The Author