Serok Barzanî, Aşûre û PDK-Bakur

Belê, serdana kek Mesûd a Amedê rojeva Kurd û Tirkan serûbinê hev kir. Hinek kêfxweş bûn, erênî û pozîtîf dîtin. Hinek li dij derketin û dijminatî kirin. Lê bi gelemperî hatina Serok Barzanî tirr ji Tirkan berda û ew fisekî kirin. Şal û şapikên Barzanî û Şivan, axavtina bi Kurdî, navê Kurdistanê, al û stranên Kurdî hiştin ku Tirk ji mêranî bikevin û hew kîrê wan rabe. Tew ji xwe bikaranîna navê „Kurdistan“ê, gû di Tirkan de hişk kir. Û kesê ku gû di wan de hişk kir jî, Kasimpaşalî Receb bi xwe bû.

komik ylamAxir, Barzanî vegerîya başûr û em dîsa man li beramber pirsgirêkên hûr û kûr…

Piştî vegera kek Mesûd, çapemenîya Tirko dest bi propaganda Barzanî û damezirandina PDK-Bakur kir. Helbet et propaganda antîpropaganda ye. Ji bo qaşo bidin zanîn ku Barzanî dixwaze destê xwe têxe nav kar û barên Tirkîyê û dixwaze partîyên netewî û Kurdistanî li Tirkîyê bide avakirin, ha ha antîpropaganda dikin. Û helbet armancek jî ev e ku Kurdan li Kurdan sor bikin û Kurdên netewparêz û Kurdên Tirkîyeparêz bera hev din.

Werhasil, mesela me li ser avakirina partîyek Kurdistanî yan jî partîya PDK-Bakur bû.

Li gor fitne û fesadên çapemenîya Tirko û Virqo dibêjin, dibêjin xwedêgiravî Barzanî dixwaze Hewldana Partîyek Kurdistanî û PDK-Bakur ( ku bûye 101 parçe û kesên ku ne PDK-Bakurî jî ne dixwazin bi vî navî û li ser pişta PDK-Bakur biçêrin û partîyê ji bo berjewendîyên xwe bi kar bînin) bike yek û PDK li Tirkîyê damezrîne.

Çi çîrokek xweş ne wilo?

Şabaş!

Olan oxlim, heke Barzanî bixwesta li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê PDK damezrîne û alternatîfek netewî û Kurdistanî ava bike, ma 35-40 salî disekinî? Ji xwe li bakur ji 1965an û heta îro PDK-Bakur hebû û heye, ma ku Serok Barzanî bixwesta nikarîbû vê partîyê xurttir bike û derxe pêş? Belê welle û bille karîbû. Lê doh nekir û îro jî nake. Qey Kurdekanên başûr ewqas aqilsivik in ku têkilîyên xwe û Tirkîyê têk bibin û serê xwe têxin belayê babam? Ma serê neêşe hewceyî destmalê ye? Na. Ji wan re hindik û rindik xweştire. Çawa be li bakur PKK heye û virde wêde dike teq û req. Ev li hesabê Kurdekanên başûrekan jî tê. PKK zêdeyî serê Kurdên bakur e. Çi hewceyî PDK-Bakur filan û fîstan û quzê kerê ye ne wilo? Ma ku Serok Barzanî bixwesta û bixwaze, nikare bi guhê partîyên wek HAK-PAR, KADEP, PDK-B û wan rêxistinên din bigre û wan di bin sîwana partîyekê de bike yek? Belê bi şeş telaqan kare. Lê nake. Nake çunkî gava li bakur, li parçeyê mezin ê Kurdistanê alternatîfek netewî û Kurdistanî bê avakirin, wê di nav Kurdan de giranî, qedr û qîmetê PDK-Iraq û Barzanîyan kêm bibe û belkî nemîne jî. Wê dîwarê navbera wan û dewleta Tirkîyê biherife. Ji ber vê û ji ber berjewendîyên başûrê Kurdistanê, ne PDK-Iraq, ne Serok Barzanî û ne jî Soranekanim piştî vê seetê naxwazin û wê nexwazin li bakurê Kurdistanê partîyek qerase, netewî û Kurdistanî bê avakirin.

Îcar Barzanî dixwaze li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê PDK-Bakur yan jî partîyek nêzîkî xwe damezrîne haaaaaaaa!

Kuro law ji xwe PDK-Bakur postecîyê PDK-Iraq bû, ma îcar avakirina partîyek nêzîkî xwe çiye oxlim? PDKî doh jî postecîyên başûr bûn û îro jî ew postecî ne wî. Ha BDPî yan ji Îmralîyê name birin Qendîlê û ha PDKî yan ji Amed û Silopî name birin Hewlêr û Selaheddînê ferq çiye kaka? Postecî her postecî ne wesselam….

Îcar em bên ser fêda nok û fasûlîyan hişk û mijara Hewldana Partîyek Kurdistanî.

Di pêvajoya 35 salên bihurî de bi dehan car kadirên partîyên cuda hatine cem hev û hewldana partîyek yekgirtî û Kurdistanî dan. Lê her carê jî bi xwe de rîtin û Kurd xeyalşikestî kirin. Êêêêêêêê, hûn dev ji serê du beranan berdin, ma serê 10 beranan di beroşekê de dikele qardaşim? Nakele. DDKD lî, KUK çî, KAWA cî, RIZGARÎ û ALA RIZGARÎcî, TEKOŞÎNCÎ, PDK î, Tirşikçî, Kurdên serbixwe û bixwederîtî û wekî din. Yanî AŞÛRE ha. Kesî dîtiye ku ji Aşûrê partîyek Kurdistanî çêbûye? Ma partîya ku ji nok, genim, fasûlî, findeq, bindeq, guz, mewîj, hinar (libên hinarê-hibirman) û zerzewatên din pêk bê, wê çawa bibe partî û wê çi fêdeyê bide gelê Kurd? Heta ku mejîyê wan kadir û lotikvanên kevnare (ewên ku bi dehan partî damezirandine û xerakirine) neyê guhertin (piştî vî temenî jixwe nayê guhertin û bê guhertin jî êdî fêde nake) û heta ku ew mejîyên kevnare bi 101 qalib sabûna Helebê neyên şûştin, wê ew jî wek Aşûrê bin û partîya wan jî. Li şûna ku mejî û dîtinên nêzîkî hev bibin yek û piştre ew mejî û dîtinên cuda di enîyek Kurdistanî de bibûna yek, ne bixêrtir bû kezebno? Eva 33-35 sal di ser re derbas bûn, hîna jî DDKD DDKDî ne, KUK çî KUK çî ne, KAWAcî KAWA cî ne û tirşikçî jî tirşikçî ne. Mejî û helwest nehatiye guhertin û zehmet bê guhertin jî. Û mejîyê neyê guhertin nikare partîyek yekgirtî û Kurdistanî ji ava bike..

Bela çawîş û başçawîşên Hewldana Partîyek Kurdistanî li min biborin. Bela şikir bikin ku min ew kirine AŞÛRE û ne TIRŞIK. Qe nebe AŞÛRE şîrîn e, 12 zerzewatên cuda di nav de hene û tev jî wîtamînên xêrdar in. Her çiqasî rastî tehl be jî, lê rastî wek AŞÛRÊ xweş û şîrîn e jî kaka.

Bijî AŞÛRE!

 

About The Author