Siyaseta Zîmrîlîm û Ziyareta Barzanî

cemozcelikDîrok ji bo me çavkaniyeke bir girîng e. Kesên ku bixwazin bûyêrên demî ên hevdemî têbigihêjin û pêşeroja xwe ronî bikin, dibên berê li dîrokê binêrin.

Dîrok aîdî hemû mirovatiyê ye. Ji ber vê yekê ne tenê dîroka netewî, lê a navnetewî jî dikare pêşya me ronî, ramanên me zelal bikin.

Em dibînin di dîroka gel û dewletan de siyaset, ango konevanî li ser dek û dolavan dimeşe. Bi piranî gotin, nêt û kiryar ne yek in.

Carna gotin kiryaran vedişêrin, carna jî hin kiryar nêtan dixin bin perdeke tarî. Lê gotin û kiryar dikarin nêtên dizî eşkere jî bikin.

Kesên ku helwesta xwe ne li ser rastiyan, lê tenê li ser gotin û dirûşmeyan ava dikin, bi piranî têk diçin.

Ya muhîm ewe ku mirov karibe benê di nava nêt, gotin û kiryaran de bivîne û li gor wê xwe ji hewildanan re amade bike.

Ziyareta yek ji serokên Kurdan birêz Mesûd Barzanî hin bûyerên dîrokê anî heşê min.

Hamûrabî û têkçûna xanedaniya Asûriyan

Di sedsala 18‘an berî mîladê de, li Mezopotamya‘yê dewleta herî xurt, „xanedaniya navîn“ a Asûriyan bû. Dewleta Asûrî wê demê hîn bêtir li bakurê Mezopotamya‘yê serdest bû û başûrê Mezopotamyayê jî di bin hukumdariya cûr be cûr mîrîtiyan de bû. Yek ji wan jî mîrîtiya Hamûrabî, li bajarê Babîlê bû.

Piştî ku kiralê Asûran Şemsî Adad mir, Zîmrîlîm ket dewsa wî. Di eslê xwe de diviyabû kurê Şemsî Adad bibûya kiral, lê ji ber ku kurê wî ne zîrek bû, Şemsî Adad di wextê de qumendanê ordiya Asûran Zîmrîlîm wek welîaht tayîn kiribû.

Zîmrîlim qumendenekî çalak bû, lê di warê rêvebirina dewletê û meşandina siyasetê de ew hîn nehatibû ceribandin..

Dema Hamûrabî li Babîlê hat ser hukum, erdnîgariyek pir biçûk di destê wî de bû. Berê îdareyeke pirr bi rêxistin û bi dîsîplîn ava kir. Dure jî ev îdare li ser yasayên hişk wek pola bibingeh kir.

Ew yasayên Hamûrabî hîn jî di hafizaya mirovatiyê de dijî. Ew dûre ji yasayên gelek împaratoriyan re bûn bingeh.

Li ser vî esasî, Hamûrabî di wexteke pir kurt de serdestiya xwe li erdekî pirr berfireh tesîs kir. Mîrîtiyên biçûk ên li der û dora xwe xist bin tahakkuma xwe û ew bi bac û xeracan ve girêdan.

Ev berfirehbûna sazûmana dewleta Babîlan tirs xist dilê Zîmrîlîmê kiralê Asûran. Fikirî ku ewê rojekê dor were ser wî jî. Ji bo tûşî xeteriyê nebe û textê wî ji dest neçe, ji xwe re li tedbîran geriya.

Ji xwe re got, ev hukumdarê Babîlê roj bi roj xurt dibe û hemû erdên dora xwe dagir dike. Tu kes êdî nikare rê li ber wî bigre. Berî ku dor were ser min, a çê ew e, ez bi xwe herim ber nigên wî û pêwendiyên xwe li gel wî xurt bikim.

Li gor dîroknivîsan, ev helwesta Zîmrîlîm ji hêla Hamûrabî jî  bi dilxweşî tê pêşwazî kirin. Her du kiral dibin destbirakên hev.

Ji hev re diyariyan dişînin, methên hev didin. Welhasil av di orta wan de derbas nabe, ewqasî ji hev hez dikin ku, li gel pirsgirikan piştgiraya hev dikin.

Wê demê tiştên herî bi qîmet metal bûn. Ew cûr be cûr metal jî bi piranî li Anatoliyê derdiketin. Kismek jî ji welatên Bahra Spî dihatin.

Ji ber ku bakurê Mezopotamya‘yê û rojhilatê Bahra Spî di bin konrtola Asûran de bû, kilîta bazirganiya metalan jî di destê wan de bû. Wê demê jiyan û hemû alavên jiyanê bi metalan ve girêdayî bûn. Hîn bêtir jî metalên di afirandina bronzê rol dilîstin gelekî bi qîmet bûn.

Pêwistiya Hamûrabî jî pirr bi van metalan hebû. Wî bi xwe kontrola riyên bazirganiya qumaşên ku ji Hindîstanê dihatin û ber bi Anatoliyê ve diçûn xistibû destê xwe.

Herdu destbirakan, ango Hamûrabî û Zîmrîlim bi hev re peyman çêkirin. Li gor vê peymanê ewê Zîmrîlîm ji dostê xwe re metal bişanda, beramberî vêya jî wê Hamûrabî ji wî re qumaşê xweşik ên rengo rengo bişanda.

Li gor qumaşan metal bêtir buha bûn. Qezenc û deskevtiyên Zîmrîlîm li gor ên Hamûrabî qat be qat zêdetir bûn. Kêf kêfa Zîmrîlîm bû. Ji xwe razî bû û methê baqiliya xwe dida.

Digot bi vê baqiliya xwe min hem dujminekî xweyî tund rawestand û bêbandor kir û hem jî sindoqên xwe yên zêr û zîvan mişt û tije kirin.

Lê dem çû, dewran zîvirî; derket holê ku hesabên Zîmrîlîm ên malê û derve li hev nehatine.

Hamûrabî qumaşên di destê xwe de bi nîv buhayî bi metalan guhertibû, lê ew ne di xisarê de bû. Ji ber ku wî ew metalên bi riya „destbirak“ê xwe werdigirtibû, dabû ber destê hedadên xwe û ji wan şûr û mertalên bê hempa afirandibû.

Di despêkê de zêde cesaret nekiribû êrîşê bive ser Asûran, ji ber ku ew jî têra xwe xurt bûn, dikarîbûn zirareke mezin bigihînin wî.

Ji ber vê yekê sebir kiribû, ew metalên ku ji bo çekan ji wî re pêwist bûn, li ser navê dostaniya sixte û qelp ji xwe re bi riya dujminê xwe bidest xistibû.

Dema Hamûrabî dît ku ew têra xwe xurt bûye û dewleta Asûran nikare li ber êrîşan raweste, bi lez çû ser artêşa „destbirak“ê xwe û di taliyê de ew û seraya wî bi hev re şewitandin.

Serboriya Zîmrîlîm û siyaseta Barzanî

Di dema ìro de petrol û gaza xwezayî ketine dewsa metalên berî çend hezar salan. Kurdîstana Başûr ji vê hêlê pir dewlemend e. Bi qêndî bahrekê gaz û petrol di bin erdê welatê me de ye.

Ev berhem di bin desthilatdariya serkirdên Başûr de ne. Ji ber vêya heta cîkî mafê wan heye li ser vê dewlemendiyê siyaseteke navnetewî bimeşînin.

Lê dibê ew tu carî jibîr nekin ku ev dewlemendî ya gelê me gişî ye û ne li gor berjewendiyên partiyan xwe yên siyasî, lê li gor berjewendiyên gelê me û pêşeroja wî tev bigerin..

Gaz û petrol bûye navenda siyasetê. Gelek der û dor, sazî û dewlet hazirin ji bo xatirê petrolê pir tiştan binpê bikin. Petrol hem dibe sebeba nakokiyan, hem jî dikare dujminan bike yek. Petrola reş ji zêrên zer û birqokî biqîmettir bûye.

Li gel hin sedemên din, petrol bûye wasiteyek ku dewleta Tirk û başûrê welatê me heta astekê bi hev girêdidin. Serokê hukûmeta dewleta Tirk Erdoğan û serokê Kurdîstana Başûr Mesûd Barzanî bûne destbirakên hev. Methê hev didin û di gelek pirsgirêkan de ji hev re dibin piştgir. Av di orta wan de naçe.

Heta berî çend salan jî rewş ne bi vî rengî bû. Serok wezîrê Tirk Erdoğan halan vedida û Barzanî tehdit dikir. Barzanî jî serî li ber danetanî û ji wî kêmtir nedima. Lê dûre ew siyaset terikandin û li ser berjewendiyên hevbeş destên xwe dan hev.

Di serî de berpirsên dewleta Tirk, gelek kesan Mesûd Barzanî wek serokeşîrekî didîtin. An jî herî zêde ew wek serbazekî pêşmergeyan dinirxandin. Lê wî bi çelengî û şarezatiya xwe her kes matmayî hişt. Rê herkesî da ku ew ne tenê xwediyê mejiyekî eskerî, lê yê siyasî jî ye.

Li gor vî mejiyê siyasî jî peymana gaz û petrolê bi berpirsên dewleta Tirk re çêdike. Dewleta Tirk qumaş, makarna, kartol, alavên avahiyan ji van re dişîne û bi riya avakirina xeta petrolê jî wê petrol û gazê ji Başûr bistîne.

Bi vî awayî wê Başûr hem dujminekî xweyî tund rawestîne û bêbandor bike û hem jî wê qezenc û hatiniyeke pir mezin bi destxîne.

Ìdenê ka bê hesabê malê û yê derve li hev bikin an na, em ji nuha de nizanin. Tenê tiştê ez zanim, dewleta Tirk ji ana de dest pêkiriye çekên xwe nû û nûjen dike. Balafir, helîkopter, tang, top û tivingên ku otomatîk dişuxilin dikire û hinan ji van jî bi xwe diafirîne.

Sibe roj wê ev çekan bi îmkanên kê û li hember kê bikar bîne mirov dikare texmîn bike!

Zahmetî û pirsgirêkên Başûrê welêt

Em pir baş dizanin ku Başûrê Kurdîstanê bi hêsanî nehatiye van rojan. Gelê me li wir gelek zahmetî kişandin, bedel dan, hetta bi qetlîam û komkujîyan re rû bi rû bû.

Rêberên gelê me yên siyasî bi salan xebat û tekoşîneke bêhempa û bê westan meşandin. Ji ber vê yekê gelê me û serkevtiyên wanî vî perçeyî li ber dilê me pir ezîz in.

Ji ber vê rastiyê jî gelek der û dorên Kurdî bi caran çavên xwe ji hin şaşiyên siyasetmedarên Başûr re girtin, an jî heta ji destê wan hatin, ji bo ku deskevtî û serkevtininên wan nekevin xeteriyê, bi helwesteke pirr ziravbihîstiyar tevgeriyan. A rast jî ew bû. Xwezayî ye ku ev nayê wê wateyê ku gerek tu rexne neyên kirin.

Di demên borî de Başûrê Kurdîstanê navenda şoreşa netewî ya gelê me bû. Ji ber vêya jî piraniya Kurdan kêm, an zêde lê bixwedî derketin. Ù di vê mijarê de wan gelek rexne li PKKê anîn û gotin ku gerek ew ji Başûr re astengî û pirsgirêkan dernexînin. Wê demê ev pêwist bû û helwesteke rast bû.

Lê îro tevî ku tekoşîna gelê me li Başûr ya ji bo serxwebûnê berdewam be jî, navenda şoreşê dageriya û Rojava bû navenda tekoşîn û deskevtiyên nû yên gelê Kurd. A rastîn ne tenê yên gelê Kurd, yên hemû gelên li Kurdîstanê dijîn.

Ji ber vêya jî îro em ji berpirsên Başûr daxwaz dikin ku ew tekoşîn û şoreşa gelê me li Rojava piştgir bikin, astengî û zahmetiyan ji wan re dernexînin.

Pêwendiyên aborî, siyasî, dîplomasiyê û h.w.d

Li jor me behsa eleqatên başûr bi dewleta Tirk re kir. Dibê şaş neyê fêm kirin ku ez li dij van dayin û stendinan im. Dewlet dikarin bi dewletên din re têkevin nav cûr be cûr pêwendiyan.

Her yek ji wan hesabên wan cuda ne. Çawa ku di vir de pîlan û projeyên dewleta Tirk hene, miheqeq yên rêvebirên Başûr jî hene.

Ger eleqatên herdu aliyan li ser esasê berjewendiyên hevbeş ên aborî bimînin, mirov dikare têbigihê û tu astengî jî namîne. Lê ger ew li ser hesabên perçeyên welatê me yên din bimeşin, dibê em wê demê bi rengekî din binirxînin.

Li gor vêya daxuyaniyên ku Mesûd Barzanî di derbarê Rojava de berî hatina xweyî Amedê de kir, dike ku em bêtir hişyar û heta astekê jî bi şik bin.

 Hatina Barzanî ya Amedê

Wek bûye gotineke klîşe, Kurdîstan war û welatê her Kurdî ye, dibê deriyê her perçeyî li her Kurdî vekirî be. Di vê wateyê de di hatina Mesûd Barzanî ya Amedê de tu astengî nîne.

Ù bi çi mebestê dibe bira bibe, dibê der û dorên Kurd di çûyin û hatina wî de wek serokekî Kurd li hember wî rêzgirtinê nîşan bidin û bi dilsozî pêşwaziya wî bikin. Ev wacibekî mahzûvaniyê ye.

Çendî ku ew ji hêla aliyên Kurd nehatibû vehevandin jî, diviyabû partiya BDPê jî bi awakî sembolîk ba jî pêşwaziya wî bikira. Dibê jibîr nekin ku ew jî heroj duroj diçin Başûrê welêt û li wir tên pêşwazî kirin. Ne bes bû, hinan hatina wî protesto jî kirin. Hin kes jî çûn pêswazî li Erdogan kirin. Bi ya min ev kiryar ne di cih de bûn û ez vê helwestê napejirînim.

Ji xêndî BDP‘ê gelek aliyên Kurdî bi alaya rengîn xêrhatina wî xwestin û ew rû spî kirin. Ev gaveke erênî û hêjayî pesindayinê ye.

Sedemên hatina Amedê çi ne?

Berî her tiştî pirsek tê pêş; gelo Mesûd Barzanî ji bo çi hat Amedê?

Di nûçeyeke çapemeniya Tirk de bahsa çar xalên hevbeş tê kirin ku Serokê hukûmeta Tirk Erdoğan û Barzanî li ser wan li hev kirinin.

Ev jî mesela „çareseriyê“, pirsgirêka Rojava, xeta petrolê û deriyên nû yên gumrigê ne.

Di nûçeyê de dihat îdîa kirin ku dê rêvebiriya Kurd ya „Bakurê Irakê“(ango Başûr) rê li ber sazkirina îdareya ‘‘de fakto‘‘ ya ku PYD dixwaze li Rojava ava bike bigre.

Dûre berpirsekî Başûrê Kurdistanê bi navê Dr. Fûad Hesen ev nûçe derewand û got ku di hevdîtinê de tenê li ser rewşa giştî ya Sûrî hatiye sekinandin.

Li gor Fuad Husên, tu peyman jî di derheqê mijara xetên petrolê û deriyan de ne hatine îmze kirin, ji ber ku ew mijarên di bin desthilatdariya hukûmetan de ne.

Ù li gor wî hevdîtina di navbera Erdoğan û Barzanî tenê hevdîtineke „siyasî“ bûye.

Daxuyaniya Barzanî berî hatinê

Ez bi xwe jî ne di wê baweriyê de me ku berpirsên Başûr dê bixwazin bi dewleta Tirk re li ser esasê pêşîlêgirtina rêvebiriya xweser a ku gelê me li Rojava dixwaze ava bike peymanan çê bike.

Lê hin daxuyaniyên berpirsên Başûrê Kurdistanê pêşdeçûnên Rojava de fakto dixin bin xeteriyeke mezin. Yek ji van jî daxuyaniya Mesûd Barzanî ye ku berî were Amedê dabû îlan kirin e.

Cara yekemîn e ku ji devekî resmî di asta bilind de daxuyaniyeke bi vî rengî hisk û neyînî derdikeve pêş.

Mesûd Barzanî di despêka daxuyaniyê de li ser xebatên xweyî ji bo yekitiya der û dorên Kurd li Rojava disekine û bahsa rola xwe  di avakirina desteya Bilind a Kurd li Rojava dike.

Di van mijaran de cenabê Barzanî biheq e û dibê her Kurd ji ber van kiryarên wî jê re bêjin mala te ava be.

Dûre hin gazincên xwe ji PYD‘ê dike û dibêje ew li gor peymana Hewlêrê ku yekitiya Kurdên Rojava li ser bilind bûye tev nagere. Di vir de jî mirov dikare cî bi cî maf bide vê daxuyaniyê.

Lê piştre em dibînin mebesta van gotinên pêşiyê ewin ku, rê li ber hin nêzîkayî û helwestên xweyî ne di cî de li hember Rojavayê veke û meşrûîyetê bide wan kiryaran.

Berî ez bidomînim ez dixwazim hin jêderan ji daxuyaniyê derxînim û bi we bidim parve kirin:

„… Belê li Rojava şoreşek anîne pêş, lê kîjan şoreş û li dijî kê? Tenê rejîmê navçeyên wan radestî wan kirine…

Ji ber rejîmê wet îtiraf bi mafê gelê Kurd nekiriye li beramber wê hevkariya PYD’ê ku pêşkêşî rejîmê kiriye û aliyê mixalefetê jî Kurdan wek beşek ji rejîmê hesab dikin û evna jî di dahatû de pirsgirêkeke mezin bo gelê me çêdike…

Lê PYD’ê gelê me xiste nav şerekî ku ne şerê Kurd bû û ne di berjewendiya Kurdan de bû. Ew şer bû sedema koçberbûna bi dehan hezar hevwelatiyên Kurd ên Rojava…

Di çend rojên borî de PYD’ê yekalî îdareya xwe li Rojava ragehandiye û evna jî biryareke yekalî ya eşkere û paşguhxistina partiyên din ên Kurdî ye. Em li ser helwêsta xwe berdewam in û tenê piştgiriyê li wan pêngavan dikin ku hemû alî bi hev re biryarê li ser bidin û danûstandinê ligel biryarên yekalî nekin.’’

Di daxuyaniyê de tiştên rast û şaş têkilhev li pêy hev hatine rêz kirin.Ù qenaetekê bi mirov re çêdike ku ramanên rast jî tene bi mebesta ser nixumandina şaşiyan hatine zimên, ew ne pirr bawermend in. Sedem jî evin:

–          Bi kurtayî, şoreşa Rojava nasnake, hemû desxistinên li wir wek diyariya rejîma Esad tê nirxandin.

 

–          Şer û berxwedana ji hêhala mirovên me; çi jin, çi mêr; çi keç, çi xort; çi ciwan, çi kal ên welatême dimeşînin piştçav dike.

–          Èrîşên çeteyên ku li ser gelê me; gund, navçe û bajarên me têne kirin tê înkar kirin û PYD wek hêla ku bûye sebebê şer tê tawanbar kirin.

–          Pêngavên di hêla statuyeke xweser de hatine avîtin neyên nas kirin, ew wek îdareya PYD’ê ya yek alî tê nirxandin.

–          Tê gotin ku ew li ser helwesta xwe ya berê berdewam in û ew tenê piştgiriya pêngavên ku hemû alî bi hev re biryarê bidin dikin.

Di vê beşa dawî hin rastî hene, diviyabû ew li ser esasekî berfirehtir bihata ava kirin. Lê dibê em bipirsin, ew der û dorên di despêkê de bi PYD’ê re li ser statuyeke xweser û îlana îdareyeke xweser biryar dabûn, bi hêviya ku dê Emerîka êrîşî Esad bike, dûre neçûn neketin nav refên Muxalefetê?

Ma bi vê helwesta xwe, ew rêxistin bi xwe dûrî îdareyeke xweser a pirr alî ya Kurdî neketin? Gelo birêz Mesûd Barzanî çima di derheqê vêya de tiştekî nabêje?

Hemû partiyên Kurdî yên li Rojava yên me ne, em dixwazin li hemûyan xwedî derkevin, lê hin partî ji bo ku piştgiriya dewleta Tirk bistînin û aferimekê ji Emerîka wergirin, dev ji rêzikên Hewlêrê berdan û hebûna “Desteya Bilind” bi awakî pûç kirin. Gelo dibê ev rewş jî neyê dîtin?

Li vir wek têbinîyakê ez dixwazin behsa daxuyaniyeke wezîrê derve yê dewleta Tirk Davutoğlu bikim. Şeva 28’ê Cotmehê, di programa TRT 1 bi navê ”Enine Boyuna” de dibêje PYD nûnertiya hemû Kurdan nake, û biberdewam dibêje partiyên din li hember çewisandinên PYD’ê ji me alîkariyê dixwazin.

Ma ev yek ji bo partiyên meyî din ne eyb û şermek e, ku diçin gilî û gazincên xwe bi dewleta Tirk re dikin? Èn ku baweriya wan bi xwe û hêza xwe nayên wê çawa bivin perçakî îdareya xweser a berfireh?

Ger bi rastî jî berê wan li Kurdîstanê ba û ew jî li gor hêz û taqeta xwe(çi biçûk, çi mezin ne girnîg e) beşdarî berxwedana gelê me bivana, dê giranî û rewşa wan li Rojava bi awakê din ba.

Ji dêvla ku herin ber deriyê xelkê bigrîn, gerek ew berê li ser lingên xwe bisekinin. Ù çawa ku birêz Barzanî şîretên baş li PYD’ê dike, lazim e li van partiyên meyî din jî bike. Qet nebe bira destmalekê bide wan, daku ew girî û gilîyên xwe tenê li Başûr bikin û neçin ber deriyê xelkê ên neyar xwe biçûk nekin.

Ger bi rastî jî mesele şaşî û kêmasiyên PYD’ê be, çareserî wê ne pir zahmet be. Dibê neyê jibîr kirin ku Salih Muslim ji ber hin gotinên xwe yî ne di cî de bû, bi dil nizmiyeke mezim lêborîna xwe ji gelê meyî Başûr xwest.

Ev jî dide nîşan ku, ew ji vegerîna şaşiyan re ne girtî ne.

Daxuyaniya endamê “Meclîsa Serokatiyê” ya PDKê

Yek ji endamê Meclîsa Serokatiyê Elî Ewnî jî di roja 18.11.2013 de di derbarê pêşdeçûnên Rojava de daxuyaniyek li dar xist.

Di daxuyaniyê de dîsa argumentên fermî yên rêvebiriya Başûr aniye zimên û dibêje ku ew berî du salan bi her awayî ji hemû partiyên Rojava re bûne piştgir û alîkarî dane wan.

Dûre jî dibê ger PYD li gor rêzikên Peymana Hewlêrê tevbigeriya, wê karîba li Sûriyê di nêv salekê de federasyonek ava biba. Lê bi çi awayê dê ev federasyon bihata damezrandin, tu rê nîşan nedaye. Xuya ye tenê ji bo argumentê xwe xurt bike û bêje binêrin gelê me ji rûyê PYD’ê çi û ne çi wenda kiriye!

Elî Ewnî di daxuyaniya xwe de dîsa bahsa girîngiya Peymana Hewlêrê dike û dibê gerek ev peyman bi cî were. Ez jî li ser navê xwe heta dawiyê bi vê bangê re me û kî dibe bira bibe, dibê em li hember her der û dorên ku bi awakî nehêlin Peymana Hewlêrê bicîh were derkevin.

Lê li pêy van gotin û daxwazên xweş, Elî Ewnî gotinên di bin zimanê xwe de veşirtiye derdixîne hole.

Ew dibêje; “..Me nexwest li dewsa Beşar Esad dîktatorekî mîna Salih Mislim were. Wê demê gelê bêje hûn bûn sersebep û wê ji me hesaban bipirse. Dema Esad here û Mislim were ma wê çi biguhere? Me xwest ku pereyên di riya bazirganiya tixûban tên, bira ne ji hêla PYD’ê, lê ji hêla hemû Kurdan ve bêne bikar anîn”.

Di van gotinên dawiyê de îtirafek heye. Ango bi awakî fermî tê qebûl kirin ku wan mecal nedene bazirganiya hidûdan, ji ber ku wê pere têketa destê PYD’ê!

Ev jî dide xuyakirin, gotinên wanî di derbarê hidûdan de, ku ew vekîrîne û tim vekirîbûne ne bawermend e.

Tenê ji bo ku pere û hêz nekeve destê PYD’ê serkirdayetiya Başûr ambargo daniye ser Rojava. Daxwaza wanî ku dibêjin gerek pere û îmkan di destê her Kurdî de be rast e. Ji bo ku riyên baştirîn ji vêya re bêne dîtin, dibê hewildanên xurt bêne kirin.

Lê tiştekî eşkere heye, ew jî sebep çi dibe bira bibe ambargoya li ser hidûdan ne tiştekî qenc e û ne li gel berjewendiyên gelê me ye. Li ser navê piştgiriya “hemû Kurdan”, sirf ji bo PYD biser nekeve, perçakî welatê me tê qurban kirin.

Nêrîna rêvebiriya PDK‘ê ku ew Esad û Salih Mislim yek dibînin, bi serê xwe felaketeke mezin e. Ew dikarin Salih Mislim bi awakî tund rexne bikin, lê kîjan wîjdan qebûl dike ku mirov dîktator û bêşexsekî nola Esad û xebatkarekî dilsoz ê dahv û doza Kurdî bike yek?

Piştî ev daxuyaniyan mijar bêtir zelal dibe. Nêrîna PDK‘ê di derbarê PYD‘ê li holê ye. Dema ku ew wer bifikirin, ne dûr û ecêb e ku ew xwe wek heta niha tev bigerînin.

Dema ez li vir PDK‘ê rexne dikim, nayê wê wateyê ku ev helwesta min tenê li hember wê ye. Şaşî ji hêla kê tê bira bê, li gor taqeta xwe ez li dij derdikevim.

Wek mînak, çendê wiyalê hin endamên BDP‘ê yên şaxê bajarê Mêrsînê gotinên pirr nexweş û ne di cîh de anîbûn zimên û Birêz serok Barzanî û Erdogan û El-Nusra kiribûn yek û gotibûn ‚‘‘hûnê di nav xwîna ku we li rojawa rijandiye de bêne fetisandin.‘‘

Ev jî bi serê xwe ecêb û felaketeke din bû. Em dikarin berpirsên Başûr rexne bikin, lê bêyî ku em kesayetiya wan bin pê bikin. Di vê helwesta şaxê Mêrsînê de navenda partiya BDP‘ê jî bêdeng ma û bi awakî bû şirîkê vê helwesta şaş.

Lê em vegerin ser mijara xwe ya eslî, ango ser Amedê.

Li Amedê çi bû?

Gelek zanyariyên têkilhev di piyasêdene. Hem di derheqê sedemên çûyina Barzanî û hem ji di derheqê encamên çûyinê de. Dibê bi hawakî bêne zelal kirin.

Mumkun e em, ango raya giştî hîn hin tiştan baş nizanibin. Ji ber ku hîn haya me ji ajandaya wanî weşirtî tuneye. Tê zanîn ku tiştên li pêş raya giştî û çapemeniyê têne diyar kirin, bi piranî gotinên siyasî ne û rastiyan berevajî dikin.

Berpirsên Başûr îddîa dikin ku di navbera wan û dewleta Tirkî de tu peyman nehatine imze kirin. Lê dibê mirov bi bêjayan jî nelîze; mumkun e ku li ser kaxezê tu peyman nehatibin imze kirin, belê di nav xwe de biryarên pirensîbî dabin û her yek ji hêla xwe, ji ber sedemên cuda, li ser çar xalên ku di çapemeniyê de derketine gihaştibin heman encamên fikrî.

Wek hûn dizanin, hikûmeta nû ya Başûr piştî helbijartinan hêj nehatiye damezrandin. Lê dibê tevî vêya jî em ji bîr nekin ku di ziyareta Amedê de çend kesên endamên hikûmetê jî beşdar bûbûn. Ango çendî ku serok wezîr beşdar nebûbe jî, kesên ji hukûmeta berê jî hazir bûn û di vê wateyê de hukûmet jî di vê ziyaretê de dihat temsîl kirin.

Ger ev ziyaret hîn bêtir sembolîk bûya, ango wek endamê serokatiya PDKê Dr. Fuad Huseyîn dibêje tenê „siyasî“ bûya, belkî wezîrê derve yê dewleta Tirk Davutoğlu di deqa dawiyê de ziyareta xwe ya Emerîkayê rojekê pêşde nedixist û beşdarî civîna Erdoğan û Barzanî nedibû.

Wek berdevkê Wezareta Derve ya Emerîkayê jî digot, ev ziyaret ji hêla Emerîkayê hatiye teşwîq kirin. Ev jî îşareteke ku ziyaret ne tenê siyasî, an jî wek wekîlê AKPê Ensarîoğlu dibêje „Jestek“ bûye. Tabi ev ney wê wateyê ku di vê ziyaretê de rola siyasî û „jestê“ qet tuneye.

Kê, ji kê re jest çêkir?

Hatina Mesûd Barzanî ù Şivan Perwer ji bo kê jest bû gelo?

Ez bawer im her aliyî ji bo xwe tiştni ji vê serdanê wergirt. Lê jesta herî mezin li serokwezîr Erdoğan hat kirin. Hukûmeta Erdoğan bi gelek awayî ketibû tengasiyê. Hem ji „hundir“, hem jî ji derve.

Tê gotin ku piştî 11 salane cara yekemîn Erdoğan tê Amedê. Ev ne rast e û bi zaneyî tê gotin. Erdoğan berî sal û nîvek berê jî hat Amedê. Lê bi çi rengî?

Newêrîbû derketa hember gel û di bin ewlekariya hezaran polîs û tîmên taybet xwe bizorê gîhand salnona ku wê axaftina xwe lê çêbikira. Ìsal jî ne diwêrîbû bihata, belê wî ji xwe re riyeke din peyda kir.

Mesûd Barzanî ji xwe re kir pir û bi vî rengî karîbû bihata Amedê. Bi gotineke din mirov dikare bêje ku Barzanî jestek mezin li Erdoğan kir û xwe ji wî re kir „mertalê zindî“.

Hatina Barzanî jî ne ewqasî hêsan bû. Ji ber helwesta wî ya li hember Rojava nerazîbûneke tund li dij wî hebû. Ew jî ji bo ku karîba bi rehetî bihata, Şivan Perwer ji xwe re kir talde. Rebenê İbo jî xwê û bîbera vê „seferê“ bû.

Sefer çêdibe, serkevtin çênabe 

Wek min li jor jî anî zimên hîn hemû armancên vê „hevdîtinê“ zelal nebûnin. Tevî vêya jî em dikarin yek ji sedemên esasî yên serokwezîr Erdoğan tespît bikin. Ango wî ji berê de çavê xwe bera Amedê daye û dixwaze wê fetih bike.

Ev „şanoya“ ku bi girseyî li kuçe û zikakên Amedê hate li dar xistin, berî her tiştî perçakî vê pîlana hukûmeta AKPê ye. Ev nayê wê wateyê ku hemû beşdarvan bi heman armancê tevgeriyane. Lê kêm zêde pirr kes bûn fîguranê „Fatîh Sultan Erdoğan“ ê ku xwe xwedêgiravî wek lehengê çareseriyê û li hevhatinê dide nîşan.

Ev sefera Erdoğan a Amedê gotineke dîrokî tîne bîra min: „Li Dêrsimê sefer çêdibe, lê serkevtin çênabe“!

Ez bawer im gelek ji we vê gotinê zanin, lê mumkun e hin heval meraq bikin, ji bo wan ez bi kurtayî bêjim. Di dema dewleta Osmaniyan de nêzikî 90 caran êrîş û serfer li ser gelê meyî Dêrsimê hatine çêkirin. Lê tu carî ew biser neketine.

Ji ber vêya Osmaniyan bi xwe îtiraf kirine ku li Dêrsimê sefer dibe, lê serkeftin nabe. Ù ji ber ku ew tim wek şikelî, an jî lehiyakê bi ser Dêrsimê de hatine û dûre jî mecbûr mane xwe paş de bikşînin, gotina „Şikelî diçe, kûm dimîne“ jî ketiye nav dev û diranan.

Hikûmeta AKPê ji niha de dest bi xebatên fetih kirina belediya Amedê kiriye. Wek şikelî, wek lehiyekê bi ser Amedê de hat! Ew zane ku Amed dilê Kurdistanê ye û ji bo Kurdan bû ye sembola berxwedanê û hêviya azadî, serbestî û jê wêdetir ya serxwebûnê.

Bi riya bidest xistina belediya Amedê dixwaze bi awakî metaforîk hemû hêvî û daxwazên gelê me bi xwe ve girêde û dûre jî wan yek bi yek pûç bikin.

Berê jî ew belediye dem bi dem ket destê gelek partiyên dewletê , lê ew nebû sedem ku gelê me bi tevayî bêhêvî bikeve. Lewra daxwaz û hêviyên gelê me her daîm ji xwe re cihokek vekir. Ù hêvî ne tenê bi belediyan ve girêdayîne.

Ìroj, em ferz bikin ku ew ket destê AKPê (tevî ku îhtimal pirr biçûk be jî), wê gelê me ji xwe re dîsa riyakê li ber xwe veke. Ji ber vêya tu şika me nîne.. Lê cardi jî dibê em jibîr nekin ku ev, mijara moral û serkevtina demî ya psîkolojîk e ku dikare tesîrê li ser destkevtinên mezin ên pêşerojê bike .

Ji ber vê jî dibê bi tu awayî firset nekeve destê dewletê û partiya AKPê ku ew „kela Amedê“ fetih bikin. Ger ew bi serkevin, wê bêtir  di xwe de cesareta êrîşên tund li ser gelê me bivînin û rewşê jî bi awakî pirr zêde ber bi nebaşiyê ve here.

Di vir de nêt çi dibe bira bibe, diviyabû berpirsên Başûrê welatê me ev yek bidana pêş çavên xwe.

AKP, ji bo nêta dilê xwe ya fetihkirina Amedê veşêre, hîn bêtir balê dikşîne ser mijara „çareseriyê“. Birêz Barzanî jî xwe bi vî saxî ve digre, lê ew şaxekî ne zexm e, ew qurfokî ye.

Daxwaza fetih kirina ronakbîr û siyasetmedaran

Serokwezîrê Tirk Erdoğan dixwaze çi tiştê aîdî gelê me ye fetih bike. Ne tenê bajarên me; lê ronakbîr, siyasetvan, hozan û dengbêjên me jî. Vê siyasetê jî bi awakî pirr zirav û kûr dimeşîne.

Di talda „qîmetdayinê“ de, dixwaze wan têxîne bin bandor, an jî siya xwe. Ew zane ku qîmetê bide kê, dê ew tavilê di çavê gelê me de bêqîmet bibe.

Bi kevirekî du çûkan dikuje; ji hêlekê kesayatiyên me li hember bizava Kurdî dide dora xwe(dema nikaribe vêya bike jî, baweriyeke bi vî rengî dide çêkirin ku ew li gel, an li nêz hikûmetê ne), ji hêla din jî van nirxên me pûç tikin.

Wek mînak hin siyasetmedarên berê bi meaş ve girê dide û wan di programên telewizyonan de dide xebitandin. Bi vî awayî dixwaze wan bê îtibar bike. Lê vêya bi zorê nake, dilxaz jî ne kêm in!

Dewleta Tirk û berpirsên wan hîn ji serî de dizanin ku, ji siyaset û çewisandina eskerî wêdetir, êrîşên çand û hunerî bêtir tesîrê li ser têkbirina gelekî dike. Ji bo  gelê me ji holê rakin berê zimanê wî qedexe kir, çand û hunerên wî wek tiştên paşdemayî û gemarî da nasîn.

Èn ku tevî her cûre zordarî û zilmê jî li nasnama xwe, ziman û çanda xwe xwedî derketin jî, bi metodên din, an bi riya girtin, an jî kuştinê xwestin ji holê bêne rakirin.

Hin kes jî ji bo vê derfetê nedin destê dewleta Tirk, xwe vekişandin û xebatên xwe li welatên xerîb meşandin.

Şivan Perwer jî yek ji wan koçberan e.

Gelo dikarin Şivan Perwer jî fetih bikin?

Mesûd Barzanî çend roj berê bahsa siyaseta dewleta Tirk a di salên 60 û 70yan de li hember gelê Kurd kir. Mebesta wî ew bu ku bêje îroj di dema AKPê de gelek guherîn çêbûne.

Di vê axaftina xwe de bahsa Şivan Perwer û xwestina serok wezîrê wê demê Süleyman Demîrel di derheqê wî de jî dike.

Dibê Süleyman Demirel di sala 1977an de tê Diyarbekirê û bi berpirsên dewletê re li ser rêbazên çewesandina bûyerên wê demê ku ji hêla Kurdan pêk dihatin diaxive.

Gelek pêşniyarî tên, lê ew qîma xwe bi tuyan nîne û dibêje stranbêjekî xort ku nû peyda bûye derketiye, ez tenî wî dixwazim, ez dixwazim ew xort bê girtin, bi tiştên din re eleqa min nîne..

Ev bîraniya Barzanî jî nîşan dide bê dewleta Tirk çiqwasî li ser hunermend û stranbêjan disekine.

Ev siyaset û têgihiştin îro jî her berdewam e. Lê bi rengekî din. Ìdî dewlet pirr kesan ji wan nagre, lê dixwaze wan nêzikî xwe bike.

Erdoğan jî gelek caran li ber raya giştî xwestina xweyî wegera Şivan Perwer anî zimên. Şivan sembolek bû. Ger Şivan bihata, wê demê hikûmeta Tirk dê bi rehetî bigota ku demokrasî hatiye welatê wan û pirsgirika Kurd jî çareser bûye, an jî li ber çareserkirinê ye.

Ango dixwestin wî bi awakî „fetih bikin“ û wî ji xwe re wek camekanekê bikar bînin. Di serdana Bülend Arinç ya almanyayê de Şivan jî çû ew ziyaret kir. A rastî ew bû ku Arinç ew dawet kir û anî ber nigê xwe. (Arinçê ku gelek saziyên Tirk ziyaret kir, neçû weqfa Şivan Perwer ziyaret nekir.)

Ziyaret kirin bi serê xwe tiştekî xerab nîne. Lê  çendî ku Şivan bi dilsoziya xwe çûbû serdanê jî, Hikûmeta AKPê dixwest di ser wî re siyasetekê bimeşîne.

Dixwest wî qezenc bike û ji Kurdan re bêje, „Binerin ew kesê ku we bi serê wî sond dixwarin, vay ana li ber deriyê me ye. Hûn çi jî bikin dawiya berxwedana we tuneye, di ortê de 40 sal jî derbas bibe hûnê  rojekê ji becbûrî werin ber deriyê dewletê, xelasiya we tuneye.“

Şivan ji ber dilnizmî û safiya xwe ev rastî nedît. Çû beşdarî koroya TRTê bû û bi wan re strana „Bir başkadir benim memleketim“(Welatê min yekta ye) got. Tu pirsgirêk di gotina stranên Tirkî de jî nîne. Lê ev stran bi taybet ji hêla kesên nijadperestên Tirk hatiye amade kirin û bi mebestên şovenîst û dijberiya Kurdayetiye tê bi kar anîn.

Taximek qatê spî û smokîn li Şivan kirin û ev stran bi wî dan gotin.

Lê dibê ev nebe bahane ku li Şivan Perwer êrîşên ne di rê de bêne kirin. Levra em dizanin tevî ku car caran xeletiyan bike jî, Şivan Perwer ne ew kesê ku dikare ji terefê dewletê bê fetih kirin. Di vî çend salên dawiyê de dem dem kêmasî û şaşiyên wî çêbûn, lê ew disa her carê li xwe vegeriya û li ser soz û doza xwe ma..

Pistî van bûyeran wî di hevpeyvîneke bi rojnamevanekî Tirk re di derheqê vegera xwe de got, „Mesele ne mesela vegera Şivan Perwer e, dema ku gelê min ne azad be, tu wateya azadiya şexsê min tuneye.“ Ù bi berdewam got, „ji bo ku ez vegerim, dibê guhertinên yasayî pêk verin.“

Ev helvesta wî ya dawiyê gelekî di cih de bû û dilê me pê şa bû

Lê Erdoğan bi israr bû. Biryara xwe dabû, digot „Ez Şivan Dixwazim!“. Ji bo vê xwestina xwe têxîne jiyanê jî ji xwe re li riyên din geriya. Ù dît. Ew rê Serok Barzanî bû. Ji Barzanî „rica“ kir û adeta got „Şivan ji min re bîne!“

Barzanî jî ev daxwaz li Şivan kir.. Tiştê xuya dibe Şivan bêdil bû. Lê ne dixwest serokekî Kurd mîna Mesûd Barzanî jî bişkênîne. Dev li zimanê xwe kir, serê xwe bera ber xwe da, di dil de girî hat. Wi jî pirr dixwest vegere, lê ne bi vî rengî. Digot ez dixwazim rahêlim tembûla xwe, ji Hewlêrê bi rêkevim û Werim Amedê“

Em jî li benda wê rojê bûn. Xwezî ew bi vî rengî bihata..

Lê wî hêviya xwe bi îcazeta ji ìmralîyê were ve girê da. Ji ber ku îcazet nehat, hatina wî jî sekinî. Şivanooo, ma tu ew kesê ku muhtacî îcazeta yî? Ìcazeta te tembûla te û stranên te ye. Bisene bira ew siyasetvanê ji xwe ne bawer li ber deriyan bisekinin û parsekiya îcazetan bikin!

Di eslê xwe de hatina Şivan Perwer ya Amedê ne vegera wî ya piştî  37 salan bû. Hatina wî „diyariya“ Mesûd Barzanî bo Erdoğan bû. Ger veger ba, dê Şivan dîsa paşde neçûya. (Sedema bi xwere anîna din a Şivan min li jorê anî zimên)

Belê ew paşde çû, lê em hîvîdar in ku ewê cardi were. Lê bi rengekî din. Ne di bin siya serok û serok wezîran, ne jî bi îcazeta rêxistin û partiyan; lê bi bazikên hesret û hezkirina welat û gelê xwe ya di dilê xwe de, di destê wî de tembûla wî.

Siyaseteke kolonyalist: Zewicandina girseyî

Tayîp Erdoğan bi riya sembolan tewdigere. Dema hat Amedê jî ji bilî peyamên siyasî, xwest bi hin awayên din jî peyaman bide û serdestiya xwe zexm bike. Yek ji van tevgeran jî zewicandina 400 hevserî bû.

Di dorokê de wexta kiral an jî împaratorekî erdekî nû fetih dikirin, gelek caran merasîmên zewicandinên girseyî li dar dixistin. Ji wan yê herî meşhûr kiralê dewleta Mekedonî „Ìskenderê mezin“ bû. Wî di sefera xwe ya dagirkirina „Rojhilatê“ de 10 hezar kes bi hevre dan zewicandin.

Wî keçên ciwan û xweşik ên welatên rojhilat bi leşkerên xwe dida zewicandin, da ku „toxum“(ango newî), çand û hunerên Mekedonî li her derê bela bibin û bi riya wan jî dixwest li wan deran kok û rehên xwe xurt û kûr bavîje.

Zawicandina li Amedê hat lidarxistin bi xwezayî di rengekî din de çêbû. Lê dema mirov li gor ilmê sembolîzmê li meselê binêre, ew tê heman wateyê.

Sîstema Tirk dixwaze ji xwe re di civata me de bingehan çêke û wê jî bi soz û peymana zewacê mohr û tesdîq dike. Dibê neyê jibîr kirin ku zewac jî di eslê xwe de  li gor baweriyên olî û toreyên civakî tiştekî qudsî û pîroz e û kesên ji wê re dibin pir, ew jî qudsiyetekê werdigrin.

Hesabê wanî malê wê li yên derve werin gelo?

Hikûmeta AKPê bi gelek hesaban hat Amedê. Şanoyeke mezin û heta tu bivê girseyî li dar xist.

Mirov dikare van hesab û armancan xal bi xal weha li dû hev rêz bike

1-    Bidest xistina belediya Amedê û ji hêzxistina bizava siyasî ya Kurdî

2-    Ìzolekirina Rojava. Di ser de dixvaze bi riya Kurdan siyaseta xweyî dijminane li hember gelê meyî Rojava ji ber çavan veşêre û wê wek helwesteke meşrû nîşan bide.

3-    Beraber hevdana cûr be cûr der û dorên Kurdî. Dixwaze hinan bikşîne gel xwe û wan ji xwe re bike mertal, hinan bêteref(nötr) bike, hinan jî bi tundî ji xwe re bike hedef û wan têk bive.

4-    Di bin perda „aşitî“ û „çareseriyê“ de dixwaze êrîşên xweyî kontrawarî  mîna salên 90î ku ji nû ve pîlan dike, weşêre.

Mirov dikare gelek sedemên din ên „hundurîn“ û derveyî bijmêre, lê ez bawerim mebest hat fam kirin.

Di vir de niqta muhîm eve; hikumet ji bo ku van armancên xwe yên dizî baş veşêre û serê mirovên me têkil hev bike, mecbûre ku gotin û helwestên xwe bawermend bike. Ji bo wan bi vî rengî nîşan bide jî, gelek gotinên xweş dibêje.

Ev gotin bi du şikla tesîra xwe nîşan didin. Li hêlekê wek me li jorê got ew dikarin serê mirovan têkilhev bikin û hêvîyên şaş bi wan bide çêkirin û wan bêhelwest bihêlin; lê li hêla din jî dike ku îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk bêtir û zûtir wek bûza li bin tava havînî bihele.

Wek mînak, tayîp Erdoğan bêjeya „Kurdîstana Irakê“ bikar anî. Her çi çendî wî got ku ev gotin bi welatê wan Tirkiyê ve tu alaqa xwe nîne û ew gotina „Kurdistana Tirkiyê“ qebûl nakin  jî, bu sedema gelek gengeşiyan.

Mixalefeta Tirk bi awakî tund çû ser wî. Ji bo xwe li hember êrîşan biparêze, rabû defterên kevn vekir û bi mînakan da nîşandan ku „gazî“, ango Mistefa Kemal Atatürk jî ev bêja Kurdistanê bikar aniye. Bi vî rengî tiştên ku heta niha înkar dikirin yek bi yek îfşa kir.

Ev tê wê wateyê ku nêtên wanî veşirtî û mecbûrmayina wanî xwe bawermend bide nîşan li hev nakin û ev jî dike ku hemû pîlanên wan têkilhev bibin, heta têk biçin.

Dibê ji hêla der û dorên Kurdî jî tu kes xwe bi gotinên xweş ên Erdoğan nexapînin û nekevin nav xeyalan û gelê me jî tûşî hêviyên çewt nekin.

Şikelî diçe, kûm dimîne

Mirov dikare bi çi rengî encamekî giştî ji van bûyeran derxîne gelo?

Erdoğan xwest bi hemû îmkanên dewletê şikelî û lehiyake pirr mezin rake û bi ser Amedê de bikşîne. Bi hezaran mirov gihand ser hev. Girseyên mezin beşdarî merasîma „teqdîs kirina“ wî bûn.

Ev ne cara yekemîne ku sefer li Amedê tê çêkirin. Amed dikare car caran bi demî bê îşgal kirin jî, lê ew tu carî nayê fetih kirin!

Şikeliyên baranê tim tên û cardi diçin. Lê gelê me bi hestên xweyî welatperwerî her li cihê xwe dimîne. Ne şikelî, ne jî „Tofan“ dikarin gelê me ji tekoşîn û berxwedanê dûr bixînin!

Berxwedana gelê meyî her çar perçeyî dûr an nêzîk wê bibe yek û dê gelê me gav bi gav bigihêje armancên xwe.

cemal_hevdem@hotmail.com

23.11.2013

Kurdinfo

About The Author