Xortên Kurd çima dikevin nav El Quzê Kerê?

Belê, canekem û ruhekem…

Li gor sîxur û ajanên „Lotikleaks“ê radigihînin, dibêjin heta niha zêdeyî 200 xortên Kurdên başûrekanim çûne rojavayê Kurdistanê, ketine nav rêxistinên îslamî û kurtanê El Qaîde, El Nusra û El Quzê Kerê li xwe kirine.  Xortên ku ne ji bo berjewendîya gelê Kurd lê ji bo berjewendîya Erebên kunreş xwe didin kujtin, şerê brayên xwe yên Kurd dikin û pîs pîs tên kujtin.

ciwannbasurDi vê derbarê de  Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanekanim biryar daye ku komisyonekê çêke da ku ew komisyon lêkolînê li ser sedema çûna xortên Kurdekanim bike. Herweha biryar hatiye dayîn ku bi sofîk û melayên başûr re bê axavtin da ku ew sofîk û mela şîretan li xortan bikin û îmana wan taze bikin, xwedêgiravî wan ji rêya şaş vegerînin.

 

Gelo li gor we çima xortên Kurd dikevin nav rêxistinên îslamî yên wek El Qaîde, El Nusra û El Quzê Kerê gelî xwendevanan?

Heke hikûmeta Kurdistana Başûrekanim perwerdeyek netewî û qewmî dabûya wan xortan, gelo ewê şeytanqûnî bibûna û bibûna endamên rêxistinên El Erebekanim?

Hewlêr

About The Author