Hesabê Malikî bi kîrê xwe nekirin

Berî niha bi çend rojan hat gotin ku „Peymana petrol û gazê“ nehatiye îmzakirin. Çima ku Serokwezîrê Erebên Iraqê Nûrî El Malikxerab li dij derketibû û rayedarên Amerîkayê jî piştgirî dabûn wî, digotin ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Erdogan peyman îmza nekirine. Lê Ajansa Reuters eşkere kir ku peyman hatiye îmzakirin.

necir erdo KopieLi ser bextê fitne û fesadên Ajansa Reuters be, dibêjin Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Erdogan Çarşema buhurî peymana neft û gazê îmza kirine û hesabê Nûrî Malikî bi kîrê xwe jî nekirine. Ne tenê peymana neft û gazê, heyeta Kurdistanê herweha gellek peymanên din jî bi Tirkîyê re îmza kirine û çewalek ji çewalên Amerîkayê xerabtir xistine serê Nûrî El Malxerab.

Werhasilî kelam, êdî wê Kurdekan karibin bi hêsanî petrola xwe di wan borîyên qalind re têxin kuna Tirkîyê û bifroşin bazara dinyayê.

Lê borîyên petrolê jî borî ne haaaaaa, heta hûn bêjin bes qalind û stûr in. Ew borî têkevin kê êdî hew karin dev ji xiyarê Kurdan berdin ellahwekîl…

Hewlêr

About The Author