Xalê me Mandela çû û hew vedigere

Belê, me legengekî xwe yê hêja wenda kir. Mêrê bi sed mêrî, gunikreşê bêhempa, lotikvanê mezin û kilê çavê azadîxwazên cîhanê Nelson Mandela, di 95 salîya xwe de ji vê cîhana gewrik koç kir û berê xwe da axreta wêran.

FILE PHOTO OF PRESIDENT MANDELA.Wek hemû milletan, milletê Kurd jî dostekî xwe, piştgirekî xwe wenda kir. Mandela, tenê ne nimûneya li dij nîjadperestîyê bû. Ew sembola azadî û berxwedanê bû jî.  Wî beşek dirêj ji jîyana xwe di zindanê de derbas kir. Lê tu carî serê xwe netewand û wek hinek serok û rêveberên me, teslîm nebû.

Xalê me Mandela, xelata dewleta virqo a bi navê „Xelata Aştî ya Ataturk“ red kir û ew xelat paşûpê li Anitqabîrê vegerand.  Piştgirîya xwe nîşanî milletê Kurd kir û got, „Ez xelata wî kesê ku destê xwe xistiye xwîna Kurdan qebûl nakim“.

Û xalê me Mandela carekê jî gotibû, „Heke ez li Tirkîyê bijîyama, ezê bibûma Kurd“.

Aha serok û gunikreş gerek wek xalê me Nelson Mandela bin.

Rehma xwedê li te be xalê Mandela..

Em bawerin tuyê li axretê jî xwedî li doza Kurdan derkevî…

Afrîka

About The Author