XETERA BIRAKUJIYÊ Û PIRSA AŞTIYA NAVXWEYÎ

Xebatên yekîtiyê, lidarxistina konferans, kongreyên netewî û hwd bê aştî û hezkirina navxweyî nikare encamên berfireh bide.

XETERA BIRAKUJIYÊ Û PIRSA AŞTIYA NAVXWEYÎ

SAMSUNGDîroka birakujiya di nava Kurda de têra xwe bi êş e. Kevnare ye. Nasdar e. Lewma ‚aştî û hezkirina navxweyî‘ pirsek giring e. Xebatên yekîtiyê, lidarxistina konferans, kongreyên netewî û hwd bê aştî û hezkirina navxweyî nikare encamên berfireh bide.

Dema çandina kultura aştî û hezkirina navxweyî hatiye. Rola rêvebirên hêzên netewî ji bo pêkanîna aştiyek wisa mezin e. Berpirsiyartî û giraniya dayik û ronakbîrên Kurd ji bo afirandin, xurtkirin û parastina çanda nû mezintir e.

Pirsgirêka şerê birakujiyê bala lêkolînerên biyanî jî kişandiye. Dîplomatê Swêdî Ingmar Karlsson di pirtûka xwe ya ‚Kurdistan‘ de cî dide pirsê û gilîûgazinên Ehmedê Xanî bibîr dihêne. Xanî, ji bo hilweşandina sînorên neyaran li Kurdistanê û xurtkirina yekîtiya Kurda îşaret bi giringiya aştiya navxweyî dike.

Di qonaxek wisa giring de ku pispor û organîzasyonên navnetewî pêşketinên herêmê dişopînin, di medya kurdî û facebookên Kurda de şiroveyên hişk têne belavkirin. Bi nirxandina buyer, nûçeyên polîtîk dest pê dikin û dikevin pozîsyenek êrîşkar. Şaşî û pirsgirêkên bi rêya têkilî û danûstandinê dikarin bêne çareserkirin, mezin dikin.

Qonaxa em tê de ne pir hesas e. Pir giring e ku nivîsên belav dibin, rastiya hesasiyeta demê, rewşa Kurda bi giştî, nirxên bidest ketî û xeterên pêjerojê li ber çavan bigrin. Nirxandinên bi hêrs, hîsên wê kêliyê, ji pîvan û exlaqê rêxnekirinê dur hatibin formulekirin xizmetê ji aştiya navxweyî re nakin.

Di şûna li hemberî dekûdolab, fenûrîp û provakeyên birakujiyê şiyar bin û li dijî wê dengên xwe bilind bikin, bi xwe dibin çiruskên agirê şerekî navxweyî. Lewma, ez, wek kesekî bi xebatên mafê mirovan mijûl dibe, dixwazim bi vê nivîsê xemgînî û dîtîna xwe bi partiyên siyasî, dayik û ronakbîrên Kurd re parvekim.

Pirsên lêhurbûn, lêkolîn û lêgerînê dixwazin, anjî ji ber hesasiyeta qonaxê baş nehatine ronîkirin bingeh têne girtin û bêyî mijarê baş fêm bikin, nirxên netewî, partî û rêvebirên wan bi hişkî rexne dikin.
Rola rexneyê ya erênî ji bo pêşketina civatê mezin e. Pir giring e ku em li rexneyên xwe berdewam bin û çi kes ji ber rexneyan, hêrs û dilmayî nebe. Lê mixabine ku nivîsên têne belavkirin li derveyî pîvana rexneyê ne û bi rêya wan, organîzasyon û rêvebirên hêzên netewî sucdar û gunehkar nîşan didin.

Pir eşkereye ku helwestên wisa xizmetê ji berjewendiyên netewî re nakin û tirsa şerekî navxweyî peyde dikin.

Di demên wisa de Dayika Kurd tê bîra min:
Dayika Kurd ku zarokê neh mehan di zikê xwe de, du kesan di bedenekî de hildigre. Bi zaroka jidayiknebûyî re qise dike û dibe heval. Wê dike sirbarê derdûkulên xwe. Ji bo pêşeroja zarokê cîhana xeyalan serûbînî hev dike. Her ku jidayikbûn nêzîk, zarok mezintir û girantir dibe, qolincên berçêbûnê biêştir dibe. Hêstirbarîn, ken, hêvî û bêxewî dibin para dayikê.

Hayê we ji êşa qolincên berçêbûna zarokê çiqasî heye, ez nizanim. Tenê hezkirinek bilind, girêdanek bê sînor û hêviyên mezin dikarin êşek wisa bi mirov şêrîn bike. Car dibe zarok ne ji serî lê bi nigên xwe tê. Di çêbûnên wisa de êş nikare bê nivîsîn, tênê dayikên dijîn dikarin bihênin zimên.

Biserpiyaketin û meşa zarokê heyecanek mezin dide dayikê. Diranderxistin û parkirina wê bi nas û cîranan re dibe cihê kêfxweşiyê. Roja destpêkirina dibistanê, kûlîlkên hêviyan di dilê dayikê de şîn dike.

Dayik, zaroka xwe bi stiran û çîrokên Kurdî mezin kiriye. Serpêhatiyên di kilaman de kirine mijar û dîroka di wan veşartî di gel tecrubeyên xwe daye zarokê. Ji bo ku hez ji nijada xwe bike, bi hîsên pak û dilekî paqij nêzî zaroka xwe bûye.

Zarok mezin bûye û diçe zanîngehê. Dayikê beşek ji jiyana xwe daye zarokê. Pora wê sipî bûye. Nexwariye, zarok têr kiriye. Li xwe nekiriye, jê re cil û berg kirî ne. Mesrefên dibistanê, êşa xerîbiyê, tirsa girtin û kûştina law ya keça wê, bandorek mezin lêkirî ye .

Êdî zarok, xwendevanek ciwan e. Bi ciwanên din re, hêviyên me yên pêşerojê ne. Dixwaze xeyalê dayika xwe bi cî bîne. Xizmeta di dezgehek fermî ji yên dewletê de ji xwe re nake kar. Di şûna wê de dibe şervanê azadiyê, pêşmerge.

Wezîfeya şervanê azadiyê, kesê pêşmerge ne ew e ku berê luleya tivinga xwe bide xwîşk û birayê xwe. Dayika Kurd, law anjî keça xwe ne ji bo şerê birakujiyê mezin kiriye û teslîmî hêzên Kurda kiriye. Dayika Kurd, bi kûştina zaroka xwê di şerê birakujiyê de, tê kûştin.

Pêwîst e Kurd pirsgirêkên xwe bi rêya guftugoyê çareser bikin. Di şûna rexneyên bi şik û bi gunehan barkirî, têkiliyên nav xwe xurt bikin. Di rexneyên xwe de pîvanên exlaqî jibîr nekin. Xwe ji hişkayî, tehdît û devavêtinê dur bigrin, diyalog û toleransa navxweyî xurtir bikin.

Li gorî hiquqa navxweyî û navnetewî, di dema şer û aştiyê de, bi rêya fesadî, gelacî, seb û provakeyan amadekirina zemîna şerê birakujiyê, suc e. Divê Kurd xwe ji sucên însanetiyê û rûreşiyê dur bigrin.

Di şerê birakujiyê de, aliyê heq û neheq tune ye. Şerek wisa ji bo gelê Kurd malwêranî ye. Brînên kur di laşê mirovan de vedike. Û hêstirên dayika mîna baranê dibarîne.
Divê tirsa Dayika Kurd ya şerê birakujiyê bi dawî were.

Aştiya navxweyî bi rêya hezkirinê xurt dibe. Rexneyên xwe yên hişk bi evîna dilê xwe bistirin û bihênin zimên. Ji nijad, xweza, tevayê heywan û şînayîyên li xweza xwe hez bikin. Bi hizkirinê nêzî gelên cînar bibin. Êşên bi sedan salan e didine me, xwezaya me û gelên cînar tenê bi rêya hezkirinê dikare hinekî sivik û kêmtir bibe.
Stockholm

About The Author