WE DÎT ÇAPEMENÎYÊ ÇI ANÎ SERÊ KERAN ?

Demsala zivistanê ji nişka ve bi berf û bahoz hat, çend ker û dehşikêg me li Sêweregê li derve man.  Belengazan li ber dîwarekî xwe spartin hev û cemed girtin. Xelk ji berf û bahozê nikaribû derketa derve, haya wan ji keran tunebû.

Rojnamevan û weşanger bi kamera çûn kişandin û weşandin. Gelê me yê Sêweregê tawanbar kirin, çima li keran xwedî derneketine.

ker serma

Paşê çawabû? Qey tiştek baş kirin?

Na na bi serê Mele Îsoyê topal xesar dan wan ker û dehşikan.

Xwedêgiravî karmendekî virq ker hilda bir Trakyayê. Hûn zanin wê çi bê serê keran?

Elawekîl wê ew ker bên serjêkirin, bibin sicûq, pastirme û sosîs. Ez bawerim wê ji van xwarinan hinek jî bibe para Kurdan. We dît çi kirin bi me û kerên me?

Wax wax wax, heyfa ker û dehşikên me. Ezê li wan doza mafê ajalên Kurdistanê vekim, lê feqet ji min re parêzerekî belaş lazime. Gelo Hesîb Qaplan ê TQP lî  an Aysel a Atavirkperest wê bên hawara keran an na?

About The Author