Al rûmet û namûs e

Her millet berî ku bibe dewlet, di tekoşîna xwe ya dewletbûnê de bi nirxên xwe yên netewî xwe bi cihanê didin naskirin. Sembola herî mezin a milletbûn û dewletbûnê, al e. Al ne tenê sembola dewletbûn û serxwebûnê, lê herweha sembola yekîtîya milletekî ye jî. Wek her milletê dinyayê, Kurd jî xwedîyê sembolek netewî ne, ew sembol jî ala rengîn e. Kesk û sor û zer e, spî û gewher e.

Di vê derbarê de rehmetî Mîr Celadet Bedirxan gotiye: „Her millet xwedîyê alekê ye, al nişana millet û welêt e, Tevahîya heyîna milletan di ala wan de civiyaye. Al namûs, rûmet, û bextê milletane. Zarowên her milletî ji bona bilindî û biqedirbûna ala xwe, bê perwa xwe didin kuştin. Ala her milletî jê re behaye. Di cejn û şahînetan de qesir, xanî û koçeyan pê dixemilînin, di ber wê re diborin, silavan lê dikin, wê maç dikin, datînin ser serê xwe.

al zarokAlên milletên serbixwe, di ser kelat û bajarên wan re pêl dibin, di rêveçûna leşkerî de divekin pêşiyê. Lê alên milletên dîl, wek ya milletê me, ji her derê bi derkirî, lihevtewandî, li ser dilê zarowên wan hilandî ne.

Milletên dîl dixebitin, xwîna xwe dirjînin ku biyanîyan ji welatê xwe biqewirînin û alên xwe li ser kelat û bajarên xwe ji nû ve daçikînin. Ala her milletî bi çend rengan û bi şiklekî din e.

Ala Kurdan ji jor ber bi jêr ve, sor, sipî, û kesk e, di nava wê de roj diçirise.“

Ala rengîn a ku di sala 1946an de li Komara Mahabadê hatibû pêldan û ji wê rojê ve bûye sembola hebûna Kurdan, îro bi azadî li ezmanê Başûrê Kurdistanê pêl dide. Rehmetî Qadî Mihemed ew ala rengîn radestî General Mistefa Barzanî kiribû û Barzanî jî ji bo azadî û pêldana ala rengîn heta bi mirina xwe jî têkoşîya. Îro ew ala ku Qadî Mihemed radestî MIstefa Barzanî kiribû, li parçeyek azad ê welatê wî bi azadî pêl dide û bûye nîşana azadî, serfirazî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê. Hinek rêxistin û partî hene ku vê ala pîroz red dikin û ji bo ev ala pîroz ji ser rûyê erdê rabe, her xirabî û dijminatîya nirxên Kurd û Kurdistanî dikin. Lê ew ala ku bi xwîna sedhezaran şehîdên Kurdistanê sor bûye, îro di dilê xêrnexwaz û dijminên milletê Kurd de wek xencerekê çikiyaye û bi azadî pêl dide.

Bi minasebeta roja Ala Kurdistanê (17 ê Kanûnê) em serê xwe li ber şehîdên vê ala pîroz ditewînin û ala rengîn silav dikin.

Lotikxane

About The Author