PDK çiryaye û diryaye, gelo çend PDK hene?

Belê, PDK-B, ango PDK a Kurdistana Bakur, bûye wek goka nav lingên hemû kesî û herkes pêhnekê lê dixe. Ji alîyekî PDK-B didin ber pehîn, lotik û zîtirkan û ji alîyê din jî dixwazin li ser mîratê wê partîqa qedîm û pîroz rûnin û biçêrin.

Birastî lo, ev çend PDK li Kurdistana Bakur hene gelo?

pdkPDK-B.  A ku xwe wek PDK a resen dibîne (yanî ya sifir kîlometre û orîjînal) û berî salekê li bakur kongreya xwe ya 11. çêkiribû.

PDK ( Platforma Kurdên Demokrat). A ku hinek endam û rêvebirên wê bi eslê xwe ne PDKî ne û hezbelqeder bûne PDK î û li Qoserê komeleyek vekirine.

PDKT. A ku van rojan civînên xwe li dar dixe û dixwaze bi fermî wek Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkîyê serî li wezareta Tirkîyê bide (her çiqas dewleta virqo navê Kurdistanê qebûl neke jî).

Belê, halîhazir li ber çavan 3 PDK li bakur hene yan jî çêdibin. Û helbet PDK ên veşartî û bincilkirî jî nayên hesêb.

Û tiştê balkêş çiye hûn zanin kezebno?

Piranîya rêvebir û kadirên van hersê PDK  jî yan PDKî ne, yan KUK çî ne (heman şorbe ye), yan jî dilxwaz û alîgirên PDK û rêbaza Mistefa Barzanî ne.

Ê başe babam, madem hûn tev ji heman kok û binyatê tên, madem piranîya we wek hev difikire û piranîya we jî postecî û himalên PDK-I (PDK başûr) in, çima hûn nikarin bên ba hev û di bin sîwana yek PDK de bibin yek?

Ev çi lotik û zîtirkên pûç û vala ne qardaşim?

Ev çi çîrok û çîvanok in?

Di dema xwe de we PDK û KUK a ku bakur dihejand ji hev tar û mar kir, we kevir li ser kevir nehişt, ma îro avakirina PDK tê bîra we? Yan heta we xwe nas kir we emir derbas kir? Lê bawerim hîna jî we xwe nas nekiriye. Heke we xwe nas kiribûya, we 3-4 PDK ava nedikir û hûnê li keda xwe xwedî derketibûna, hûnê di bin yek sîwanê de bihatina cem hev.

Heke ev ne fen be, naxwe ev çi dar û ben e?

Na na PDK î no, wilo nabe. Ne xwe bixapînin û ne jî xelkê bixapînin. Ji xwe ji ber vê helwesta we ya beradayî meydan ji xelkê re ma, we meydan ji xelkê re hişt û ew kirin mîr û wezîr.  We bi vê helwesta xwe xwe jî behdiland û xwelî li serê Kurdên bakur jî kir.

Îcar babam, heke birastî hûn dixwazin Kurdayetîyê bikin û li bakur xeta netewî, xeta Kurdistanî bimeşînin, dev ji wan pirsgirêkên şexsî, hesûdî, zikreşî û berberîya hevdu berdin û wek zilaman werin cem hev. Werin cem hev ku hûn karibin di bin sîwana yek PDK-B de bibin yek. Yan na, bawerkin wê dîsa „heman tas û heman himam“ be.

Û heke hûn nebin yek, çi dibe hûn zanin?

Bi telaq wê jinên we jî hew bawerîya xwe bi we bînin û hûn sax….

 

About The Author