Birastî me ji zû de meraqa başqanê xwe û rewşa wî ya zîndana Îmralîyê dikir. Ji ber wêneyên wî nediweşandin, fikarên xerab dihatin bîra me û me digot qey dewleta virqo tiştek bi başqanê me kiriye, baş lê nenerîne û ji çap xistine. Lê piştî weşandina wêneyê wî yê herî dawîn, bêhna me hat ber me û kêfa me hat.
Di wêne de dixuye ku dewleta virqo û hikûmeta Kasimpaşalî Receb baş li başqanê me nerîne. Dixuye ku tendirustîya wî baş e û li ser xwe ye. Tenê por û simbêlê wî spî bûne ku ev jî tiştekî xwezayî û normal e. Wekî din wek boxekî berana ye û xwedê bê erê, ewê karibe 20-30 salên din jî serokatîya şoreşa bakur bike.
Ê de li ser xêrê be rebbî!
Xwedê başqanê me ji ser serê me kêm neke rebbî!
Xwedê bikim melkemot nikaribe nêzîkî girava Îmralîyê bibe û tu nexweşî jî newêribin xwe nêzîkî wî bikin!
Ji bo ku baş li başqanê me nerîne û ew baş xwedî kirine, bi sê telaqên bê fitû ezê raya xwe bidim Kasimpaşalî Receb û xelas…
Amed