Ciwanên Kurd lotikek din avêt

Tevgera Ciwanên Kurdistan lotikek din avêt û berê xwe da Mêrdînê.

komele

Tevgera Ciwanên Kurdistan komeleya xwe ya duyem li Qosera Mêrdînê vekir û lotikek pîroz avêt. Di vekirina komeleyê de gellek xort û keçên ciwan beşdar bûn û bi ala Kurdistanê vekirina komeleya xwe pîroz kirin.

Ciwan, ango keç û xortên nûhatî lokomotîfa şoreşê û garantîya pêşeroja Kurdistanê ne.

Hinek ciwanên Kurd ên ku bi dehan sal in bi mejîyê Kemalîzma çep hatine perwerdekirin û ji Kurdayetîya xwe hatine dûr xistin, ne bi kêrî xwe û milletê xwe tên û ne jî bi kêrî hinekên din. Di dema îro de pêwistîya Kurdan bi nifşekî netewperwer û Kurdperwer heye. Kî, çi tevger, çi rêxistin û partî dibin bela bibin, heke netewperwerî û Kurdperwerî kirin, bizanin ku ewê xizmetek mezin ji Kurd û Kurdistanê re bikin. Yan na, wê Kurd çem û çem li ber lingan herin wesselam..

Em xebat û komela Tevgera Ciwanên Kurdistan pîroz dikin, hêvîdarin wê rebbê alemê ji xortan re 70 horî û ji keçan re jî 71 nûrîyan bike qismet…

Qoser

komele1

komele2

About The Author