Tîrkî Vîrusa Kurdî Ye!

devliken-faruqBi ya min, xebatên bi tirkî yên xwedêgiravî ji bo xurtkirin û geşkirina ruhê kurdayetî û kurdistanî, ji sûd û fêdê bêtir, zirarê dide ruhê kurdayetî û kurdistanî…
Gelek canik û camêrên xwedêgiravî ji bo kurdayetiyê dixebitin, hewl didin, bi xebat û çalakiyên xwe yên bi tirkî, zirareke mezin didin binhişiya kurdayetî… Dibe ku di xebatên van canik û camêran de zanîneke xurt û pir reng hebe, lê dema ev zanîn bi zimanê wê netewê neyê dayin, hêla civakî tê têrkirin, lê hêla kurdewarî her birçî dimîne…

Netewek bi zimanê xwe netew e. Wêjeya wê, çanda wê, hunera wê, bi kurt û kurmancî, hemû nirxên wê bi zimanê wê yên wê ne. Heke bi zimanekî din ev xebat bên kirin, ew netew vediguhere neteweke din.

Tu bi kîjan zimanî bibeyivî, bi kîjan zimanî xebat û çalakiyên xwe bikî û her çiqas tu bibêjî ez ji bo filan netewê dikim û navê wê netewê di nav hevokên xwe de bi kar bînî jî, ew xebat û çalakiyên te, sûd û fêdê dide netewa ku tu bi zimanê wê van xebat û çalakiyan dikî û herwiha zirareke mezin jî dide netewa ku xwedêgiravî tu ji bo wê xwe diwestînî…

Ya ku însên ji hev cîhê dike, ya ku netewan ji hev cîhê dike ziman e. Heke li ser rûyê erdê tenê zimanek hebûya, wê tenê netewek heba, lê îro em dinêrin bi hezaran ziman hene û her zimanek xwedan netewek e. Netewa zimanê kurdî jî kurd e. Dema kurd girîngiyê nedin zimên û hemû xebatên xwe yên wêjeyî, çandî, hunerî, civakî ne bi kurdî, bi zimanekî din bikin, kurdî bi destê netewa xwe tê kuştin û bi kuştina kurdî re jî kurd dimirin û netewek bi navê kurd namîne. Piştî wê çaxê jî ha xwe li erdê xe bê ez kurd im, ha xwe li erdê xe, ne kes ê ji te bawer bike û jixwe bi demê re tu yê jî hew ji xwe bawer bikî…
Zana, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û aktivîstên kurd divê bi kurdî bijîn û xebatên xwe bi kurdî bikin, berhemên xwe bi kurdî bixemilînin.
Zana, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û aktivîstên kurd, ligel rêzgirtina ji zimanên netewên din re, divê zimanê netewa xwe jî biparêzin; bi zimanê netewa xwe netewa xwe têr û tije bikin, bixemilînin.

Zana, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û aktivîstên kurd qeymaxê civaka xwe ne. Civak bi wan şên û geş û xurt dibe; bi wan dixemile, dilewite. Lewma jî heke li ser kurdbûna wan ê dilê wan biêşe, bila dev ji xebatên ne bi kurdî berdin û xebatên xwe bi zimanê netewa xwe bikin, da ku netewa wan li ser hebûna xwe, li ser zimanê xwe şên bibe, geş bibe, xurt bibe.
Dema hûn xebatên xwe bi zimanê biyanî dikin, civak jî li pey we tê û bi wî zimanî xwe nas dike, perwerde dibe, bi firê dikeve û ji kurdayetiyê dûr dikeve.

Êdî hûn nikarin neheqiyê li xwe jî, li me jî û li zimên jî bikin. Kurdî zimanekî têr û tije û dewlemend e. Têra wêjeyê jî dike, têra hunerê jî dike û têra felsefeyê jî…
Ji bo em jî di nav neteweyên din de wek netewekê bên qebûlkirin, divê em zimanê xwe di her qada civakî de bi kar bînin…
Ji bo em karibin bi rehetî doza maf û heqên xwe bikin, divê em bi zimanê xwe zanibin…
Ji bo zimanê me li ber dagirkeran ne kin be, divê em girîngiyê bidin zimanê xwe û karibin bi zimanê xwe xwe biparêzin…
Û ji bo em bibêjin, em kurd in, divê em bi kurdî zanibin!

 

 

 

About The Author