KEZÎZER BÛN BELA SERÊ SIMBÊLBOQAN

Gundîyan ji çepgiran re digotin simbêlboq, çima ku simbêlên wan wek simbêlên Stalînê dîktator bûn. Birastî jî simbêlê Kurdan bi piranî qalind e, das nabire.

Simbêl di nav Kurdan de  wek  nîşana mêranîyê tê bi nav kirin, ev kevneşopîyek dîrokî ye.

Gelek caran bi serê simbêlên xwe sond dixwarin.Yek tiştekî ne baş bike jê re dibên “ Te qe ji wan simbêlên ber pozê xwe jî fedî nekir ?

jin ledanDi van salên dawî de rêxistina başqanê ser erd û bin erd tu rûmetek ji simbêlan re nehişt. Berê di nav rêxistinê de ji bo jinan  statûya “ hevserokî “ ava kir û qûş li simbêlboqan qetand; bihayê simbêlan kir pênc qirûş.

Niha jî bi gelemperî li hemû bajar û bajarokan bi vê statûyê kezîzerên xwe li ser serê simbêlboqan dike hevserok, şaredarîyan û mêran dike bin fermana (emirê) pîrekan.

Weyyy mêr çima namirin! Çawa vê heqareta mezin û kesa nedîtî qebûl dikin? Heçê vîya qebûl dike hema bila simbêlê xwe jî jêke û  rût bike, bibe jin û hew…

Sersala bi simbêla pîroz be ! Bijî simbêl!

About The Author