Berê Osmanê me dan Ruhayê

Belê, BDP namzetên xwe kifş kirin û dest bi lotikan kir. Xaltîka me Gultan Kişanak kirin bûka Amedê û berê xalê me Osman Baydemîr jî dan Ruhayê nav îsotan.

baydemir urfa2Her çiqasî BDP jî zane û îsotçîyên Ruhayê jî zanin ku wê xalê me Baydemîr qezenc neke jî, lê Osmanê me çima ev pêşniyaz qebûl kir kes nizane. Piştî ku Osman Baydemîr û Leyla Zana çûn Hewlêrê û di navbera Barzanî û PYD de bûn qasid, di nav civata  BDP de antîpropagandayek xerab di derbarê wan de hat kirin. Û ji xwe ku Osmanê me li Ruhayê qezenc neke, wê yekcar piçûk bê xistin û xuyaye armancek jê jî ev e.

Axir, em hêvîdarin wê xalê me Osman Baydemîr qezenc bike û bibe şaredarê bajarê Ruhayê. Her çiqasî şaredarîya bajarê Ruhayê layiqî xalê me Osman Ocalan bû jî (wî ji çapemenîyê re gotibû ku dixwaze bibe şaredarê bajarê Ruhayê), lê Osman Baydemîrê me jî ne kêmî O.Ocalan e ha, xwedê heye.

Xalê me Osman Baydemîr qezenc dike yan nake nizanim, lê ez zanim wê têra xwe îsot û lehmecûnan bixwe ellahwekîl.

Êêêêêêê, çi dibêjin?

Dibêjin: „Fêda gavana nîhandina kera ye“.

Îcar wê fêda xalê me Osman Baydemîr jî xwarina îsot, ecîn (çîgkofte) û lehmecûn be ellahwekîl….

Ê de serketin ji te re cîgerim…

Ruha

osman-baydemir2

About The Author