Îcar jî dora xaltîka me Sebîha ye

Belê, aktîvîst û nivîskara Tirk xaltîka me Sebîha Unlu vê demê ji Kurdekî/kê zêdetir bûye Kurd. Sebîha Unlu ne tenê aktîvîsta mafê mirovan û nivîskar, lê herweha bûka Kurdaye ye jî. Bi Kurdekî Geverê re zewivîye û ciwanikê xwe li ser Kurdan dêşîne û dinivîsîne.

Xaltîka me Sebîha Unlu, li bajarê Ruhayê beşdarî „Panêla Roboskî û Pêvajoya Aştîyê“ bû û çend lotikên mirovane avêtin. Xaltîka me Sebîha Unlu di panêle de got, „Bûyera Roboskî bi pirsgirêka Kurdistanê ve girêdayî ye“ û pê de çû.

Wey maşellah ji te re xaltîka Sebîha!

sabiha-unlu-1Hûn dibînin ne, piranîya siyasetmedarên me, rêvebir û serokên me (ku qaşo Kurd in û li ser navê Kurdan didin lotikan) nabêjin „Bûyera Roboskî bi pirsgirêka Kurdistanê ve girêdayî ye“, lê xanimek Tirk radibe navê Kurdistanê tîne holê.

Axir, xuyaye bûka me Sebîha Unlu xanimek wefadar e. Ji bo xatirê zilamê xwe jî mabe li Kurd û doza Kurdan xwedî derdikeve û tew navê Kurdistanê jî tîne ser zimanê xwe.

Wey çarîk û kitana Sebîha xanim li serê Kurdên çeqilmast be rebbî!

About The Author