Seks ciwantir dike

Li ser bextê pispor û lêkolînerên seksê be, dibêjin kesên ku lotikên bi rêk û pêk davêjin seksek baş dikin, 7 heta 10 salan ciwantir dibin û temenê wan jî dirêjtir dibe.

Ji Nexweşxaneya Qralîyeta Edînbûrgê Dr. Davîd Weeks, dibêje “Bi taybet di temenê pêşketî de seks pir baş û bi fêde ye. Kesên ku navsere ne divê ji sek û lotikan paşde nemînin” filan û fîstan.

seks2

Dr. Davîd Weeks ku herweha psîkologê pîr û yextîyaran e, dibêje „Seksek bi rêk û pêk jiyana jin û mêran 5-7 salan ciwantir û dirêjtir dike. Tew ku rojê carek yan du caran seksê bikin û hevdu wek wan çêlek û gayên nav garanê bigevizînin, wê temenê wan 10 salan dirêjtir bibe. Seks hem temen dirêjtir dike û hem jî meriv ciwan dihêle“ filan û xeftan.

Li gor Dr. Weeks dibêje (li ser bextê wî be), maddeya kîmyewî ya „endorfîn“ê derman û maddeyek êşbir e. Endorfîn hem êşê kêm dike hem jî meriv ji stresê bi dûr dixe û xewê hêsantir dike. Endorfîn herweha gera xwînê lezgîn dike û ji bo tendirustîya dil jî pir baş e. Û endorfîn jî di dema seks û lotikên nav livînê de, bi avikê re derdikeve der.
Belê, li gor Dr. Weeks, divê meriv bi kêmanî heftê 2-3 caran hevdu bide ber lotik û zîtirkên seksê û girêza devê xwe 2 metroyan biherikîne. Helbet girêza dev têr nake, divê meriv bi girêza nav şeqê xwe jî dîwarên malê boyax bike û bineqişîne.

Îcar ji Dr. Weeks gotin û li we kirin baba.

Heke hûn dixwazin ciwan bimînin û temenekî dirêj bijîn, heftê 2-3 caran derpî ji xwe bikin. Û tew heke hûn dixwazin nemrin û heta roja qiyametê bijîn, rojê 15 caran keleşkofa xwe biteqînin.

Îcar hûn bi ya Dr. Weeks dikin yan nakin, ji vî ve û hûn sax…

 

seks3

About The Author