Malpera Lêkolîn min ji kuştinê re dike hedef

dilbixwin DaraLi ser hinek nûçeyan rojnemevan Dilbixwîn Dara daxuyaniyek di malpera Avestakurd de belav kir. Rojnemevanek jiyana xwe ji bo weşana malperekî di xeterê de bibîne ev gelekîgirîng e.

Ev demeke malpereke anonîm ku nav li xwe dike Lêkolîn, ku goya malpera navendeke lêkolînên stratejîk e, bi navên xeyalî, bêbextî, derew, fitne û fesadiyan belav dike. Êrîşî çep û rast dike û di nava şev û rojekê de, pir bi zanebûn, hinek kesên ku ji xwe re kirine hedef, wan weke xayîn û ajanên dewletan bi nav dike.

Ev dibe sedema ku ew kes bibin hedefa êrîşên kuştinê.

Yek ji wan derewên meşhûr yên wê malperê ewe ku, qaşo televîzyona Rûdaw ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakirin, di demeke wiha de, kêmaqilek jî dizane ku pêwîstiya Rûdawê bi pereyên dewleta Tirk tune ye.

Divê êdî ew kes, qebûl bikin, tehemul bikin, ku hemû kanalên televîzyonê ne mecbûr in, bibin Ronahî û Stêrk, hemû rojnamevan jî ne mecbûr in, bibin rojnamevanên wan her du „televîzyonan“, her kesekî ku li cihekî din kar kir jî, ne xayîn û dijmin e.

Ev malper, bi wan nivîsên xwe yên derewîn, gelek kesan ji êrîş û kuştinê re dike hefdef. Her çiqas navê nivîskar weke her carê anonîm be û nenas be jî, lê belê xwedî û berpirsiyarên malperê diyar in.

lekolin

Vê malperê di derbarê min de jî nivîseke ku roja 27.12.2013 seet 08.29, ya ku ji aliyê kesek nenas ve bi navê Goran Akreyî/Duhok ve hatiye nivîsandin, ku ji serî heta dawiyê, derew û bêbextî ne, belav kiriye, goya ez di sala 1995 de ji PKK cuda bûme û bi dewleta Alman re xebitîme. Kesê ku ew nivîs nivîsandiye,  yan agahiyên şaş wergirtine, yan jî hinekan bi zanebûn ew xapandine û xistine dafkê, ji ber ku di sala 1995 de, me MED TV li Belcîka ava kir û heta naverasta sala 1997 ez li wir bûm, min her roj nûçe dixwestin û programên televîzyonê çêdikirin.
Kesekî ku hinekî biaqil be jî, wê bizanibe, ku her gotineke ku di wê goya gotarê de hatiye derew û bêbextî ne, armanc ji wê tenê reşkirina kesan e.

Nûçeyên derew yên ku di wê malperê de hatine belavkirin, jiyana min dixin xeterê, malperê rasterast ez ji kuştinê re kirime hedef, ji ber vê yekê jî min li Almanya di warê qanûnî de serî li dadgehê daye. Eger ziyaneke biçûk jî bigihê min, ev malper û kesên ku li pişt wê malperê ne û wan nûçeyên ku tenê derew û bêbextî ne amade dikin û belav dikin, berpirsiyar in. Her çiqas navên ku ew nivîs pê têne nivîsandin, xeyalî bin jî, lê xwediyên malperê, adrês, telefon û her tiştê wê diyar in, ev jî ji bo ku mirov serî li riyên qanûnî bide, bes in.
Min avukat girtiye û prosesê dest pê kiriye.
Ji malpera Lêkolîn tê xwestin yekser wê nivîsa ku tev bêbextîye ji malperê derxîne.

Ji xeynî qelemekê di destê min de tiştek tune ye, ne xwedan sîleh im, ne jî xwedan artêşeke eskerî. Ev nêzîkî 25 salane ku di xizmeta gelê xwe û welatê xwe de, xebata xwe ya rojnamegerî dikim, ezê di heman riyê de û bi heman armancê xebata xwe, ku baweriya min pê heye berdewam bikim.

Dilbixwîn Dara/Avestakurd

About The Author