SALA 2014 an PÎROZ BE

xalid hekariTê gotin wezîrê hundur Akbûlût diçe Kemaxa Herzincanê. Ji ber ku li Kemaxê hotêl nînin, wezîr û heyeta ligel li malan belav dibin. Wezîr dibe mêvanê serokê şahredarîya Kemaxê.

Bi şev wezîr tengav dibe û dixwaze here destava mezin (gû kirinê) lê WC nabîne û pîyê wî li vazoya gulekê dikeve. Hema kulîlkan jê derdixe û di nava vazoyê de gû dike û dîsan ax û kulîlkê lê bi cîh dike.

Spêdê diçe qezayek din û ji wir jî diçe Enqerê.

Di navberê de heyamek derbas dibe, wezîr ji sekretera xwe  re dibê: “Ji bo mêvanperwerîya serokê şaredarîya Kemaxê nameyek spasdarîyê bişîne.” Sekreter spasdarîyê dişîne.

para-sicmak Çawa name digehije destê şaredarîyê, serokê şaredarîyê bersivê dide û dibêje: “Birêz wezîr, roja tu çûyî û heta niha, ew bûn sê xanî min guhertin lê bêhn (bîn) ji mala me xelas nebû. Îcar ez benî, ne hewceyî spasîyan e. Tu ji kerema xwe bibêje ka te li ku gû kiriye ew besî me ye.”

Wêcar gelî xwendevanên Lotikxanê, ew bûn çil sal in hinek sîyasetvanên me Kurdan  di nav sîyasetê de gû kirîne, sîyaset herimandine û diherimînin. Ew jî têr nake, di sersal, Newroz û cejnan de spasî û pîrozbahîyên xwe jî kêm nakin. Ez jî ji wan re dibêjim: “Heyran, ne hewceyî pîrozbahî û spasdarîyan e, gû, gemar û bêhna genî ya ku we kiriye nav sîyasetê paqij bikin ew têra me (besî me) dike.”

Bi vê wesîlê ez sala nû ya 2014an li hemû Kurdistanîyan (yên sîyaset gemarkirî ne tê de/xariç) pîroz dikim û hêvîdarim di sala nû de her tişt li gor dilê we be.

About The Author