Bakurî darê şikestî, başûrî jî darê rizyayî ne

Belê, dibêjin çek û sîleh îcad bûn, merdayetî û ciwamêrî jî wenda bû. Îcar ev jî mesela me û jinê, mesela azadî û koletîya hemdem e.

Piştî ku me bi navê çepîtî û sosyalîzmê malik li xwe û 101 bavê xwe xera kir û me doza azadî û demokrasîyê kir, hefsarê me zilaman ket destê pîrekê (jinê). Û tew ji xwe piştî ku ji %40 gerîllayên PKK bûn jin, yekcar malik li me viritî û dêya me zilaman hat gan. Êdî em hew wêrin ji destê jinên xwe bêjin „virt„. Tu bêjî „sîya te xwar e“ hew te dît berê xwe baregeh yan komela partîyê û gilî û gazind kirin. Û ji xwe go 101 derewan jî lê zêde bike, îcar temam e. Yan emê hevdu berdin û yan jî serê du beranan di beroşekê de nakele. Êêêêêêêê, tew ji xwe gava jin Apocî be, ya staaaaarrrrrrr çû ji te de!

jin mer ledan Kopie

Heval!

Filankes hevala me ye heval, azadî heye, jin azad e, jiyan mişterek e heval, heta jin azad nebe civak azad nabe heval“ û wê bikin werîs û pê de herin. Wê serî li jinên me mezin bikin û serê wan bikin wek kundirê mîranî.

Bi kurt û Kurmancî, em zilamên bakur bûne darê şikestî. Berê me ji jinê re digot „dara şikestî“ lê îro, bi saya serê hevalleran, zilam bûne darê şikestî û bi xwe de rîtine. Êdî dem dema jinê ye, dem dema hevserokatîya jinê ye.

Lê em zilamên bakurî divê şikra xwe bînin.

We go çima?

Ma ne çima canekem, ê de ka îcar li hal û rewşa zilamên başûrî (Kurdekan) binerin..

Sala çûyî (2013) li başûrê Kurdistanê 217 zilamên xwelîlise ji destê jinên xwe lêdan xwarine û bi xwe de rîtine.

Di vê derbarê de Serokê Rêxistina Yekîtîya Zilamên Kurdistanê Bûrhan Elî, ragihandiye ku bi awayekî giştî 217 kiryarên êrîş û lêdanê li dijî zilaman hatiye kirin. Yanî 217 zilamên xwelîliser ji destê jinên xwe lêdan xwarine û tew hinek jinan destê xwe jî xistine qûna zilamên xwe.

Bi kurt û Soranî, zilamên başûrekan jî „darê rizyayî“ ne.

Bakurî „darê şikestî“

Û

Başûrî jî „darê rizyayî“.

Îcar go em şikra xwe bînin em neheq in?

Qe nebe darê rizyayî „tê cebirandin„.

darê rizyayî?

Darê rizyayî ji hev dikeve û çem û çem diçe.

Axir, heke hûn jî wek Soranekanim lêdanê ji destê jinên xwe bixwin, heke beroş û miqilk di nav serê we de bên şikandin, heke jinên we jî wek Soranekanim destên xwe têxin qûna we, yekser serî li Rêxistina Yekîtîya Zilamên Kurdistanê bidin û doza mafê xwe û azadîya xwe bikin qurban..

Ê de xwedê bi we re be…

Zaxo

jin ledan

About The Author