Kero nemir buhar tê, pîrê nemir gîha û pincar tê

Belê, Plarfotma Demokratên Kurd (PDK-B) li Amedê ofîs û kozika xwe vekir û bi kokteylek qerase lotikek avêt.

Wey pîroz û bimbarek be rebbî!

Lê balkêş e, tiştê ku girgirekên PDK-B dixwazin û tiştê ku PKK û BDP dixwaze heman tirşik e. Yanî „Demokratîkkirina Tirkîyê“.

pdk bucakDi vekirina kokteylê de serokê PDK-B xalê me Sertaç Bûcak lotikek kesanedî avêt û axavtinek nermik kir. Xalê me Sertaç Bûcak behsa rêbaza Barzanîyê nemir (ku heta îro jî kesekî rêbaza Serok Mistefa Barzanî nedîtiye û nexwendiye û ji ber vê jî tu rêbazek berbiçav tuneye) kir û got ku xwedêgiravî ewê bidin ser rêya rêbaza Barzanîyê nemir.

Heta vir xweş û geş bû. Lê gava xalê me Bûcak behsa armanca PDK-B kir, cêrek ava cemidî bi ser serê me dabû.

Armanca PDK-B çiye hûn zanin?

Xalê me Bûcak got: „Armanca me ya sereke demokratîkkirina Tirkîyê ye (yanî Demokratîk Cimhûrîyet e). Di pêşerojê de heke encamên tekoşîna aştî û siyasî çêbûn, wê gavê em Kurd emê şikl û şemalê îdarekirina xwe nîqaş bikin. Lê bi kurtî divê Kurd xwe bi xwe îdara xwe bikin“ filan û fîstan.

La îlahe îlallaaaaahhhh û Mihemed Resûl allah!

Ê başe bavê min, madem wilo û wisa ye, gava PKK û BDP Demokratîk Cimhûrîyetê dixwaze, gava behsa Xwelîserîya Demokratîk dike, çima hûn li dij derdikevin? Madem hûn jî wek PKK û BDP „demokratîkkirina dewleta Tirko“ ji xwe re dikin armanca sereke û dev ji azadî û serxwebûna Kurdistanê berdidin, naxwe ev çi şorbe ye û çi tirşik û tirşo ye? Madem ferqa we ji hev tuneye, madem hûn herdu alî jî heman tiştî dixwazin, we di nava PKK û BDP de xebata xwe bikira ne çêtir û bixêrtir bû babam?

Axir, lotika PDK-B li ser xêrê be û xwedê wan bigihîne armanca wan rebbî!

Armanca „demokratîkkirina Tirkîyê“

Niha birastî lo, ma „demokratîkkirina dewleta virqo“ bi Kurdan maye? Bi serê wan û bavê wan ketiye ku dev ji „demokratîkkirina têkilîyên navbera Kurdan“ berdin û dersa demokrasîyê bidin dagîrkerên welatê xwe?

Yan Tirk ewqasî ehmeq in û nikarin demokrasîyê bînin welatê xwe?

Na na, bi xêr û selamet, piştî demokratîkkirina Tirkîyê, îcar wê Kurdên me Sûrî, Iraq û Îranê jî fêrî demokrasîyê bikin û wan bikin „Demokratîk Cimhûrîyet“.

Û piştre jî wê berê xwe bidin Asya, Afrîka, Rûsya, Amerîka û Ewrûpayê jî.

Û herî dawî?

Piştî ku dinya „demokratîk“ kirin, îcar belkî Kurd û Kurdistan bê bîra wan û li xwe hay bibin.

Lê heta li xwe û demokrasîya xwe hay bibin jî, wê hasil bigihê Mûsilê û wê qûş li Kurdan biqete, ne ziman dimîne, ne Kurdistan dimîne û ne jî Kurdayetî.

Axir, mesela me Kurdan wek mesela ker û pîrê ye.

Kero nemir buhar tê, pîrê nemir gîha û pincar tê….

About The Author