Jinên Kurd li bakur tên firotin

Şerê li Sûrîyê perîşanîyek mezin bi ser Kurdên rojava de anî. Bi taybet keç û jinên Kurd di mihacirî û koçberîyê de raserî gellek pirsgirêkên nemirovî tên. Keç û jinên Kurd mecbûr dimînin ku bi kalêmêran re bizewicin, bibin hewî û ji bo têrkirina zikê xwe qîma xwe bi her tiştî û bi her neheqîyê bînin.

jjin suriNivîskara rojnameya Mîllîyet a Tirkî Mehveş Evîn çû herêma ku Kurdên rojava lê koçber û mihacirin û lêkolînek kir. Bi gellek keç û jinên Kurd re hevpeyvîn çêkirin. Di encama lêkolîn û hevpeyvînan de derket, holê ku keç û jinên Kurd ji bo ku nekevin ber destan û li rastê nemînin, bi mêrên zewicî û bi kalemêran re dizewicin û diçin ser hevîyê. Gellek kalemêrên 50-70 salî keç û jinên 14-30 salî ji xwe re tînin û kêfa li ser kêfê dikin. Mêrên ku 2-3 jinên wan hene jî wan keç û jinên ciwan ji xwe re dikin jin û ji perîşanîya wan îstîfade dikin.

Helbet di nav wan keç û jinan de keç û jinên Ereb jî hene. Lê piranîya wan Kurd in û Kurdên perîşan, bê mal û bê sermiyan.

Li got lêkolîn û hevpeyvîna Mehveş Evîn, keç û jinên ku ji mecbûrî ji zilamên zewicî û bi kalemêran re dicevizin, tu qelen û zêr û zîvan naxwazin. Tenê dixwazin bisitirin û ji jiyana koçberî û mihacirîyê azad bibin, têr gepik nan bixwin. Zilamên ku rewşa wan a aborî baş e û yên ku ne başe jî bi wan keç û jinên ciwan re dizewicin. Hinek ji zilaman gellek derewan jî dikin, xwe wek dewlemend û têr pare nîşan didin da ku keçek ciwan ji xwe re bînin. Lê piştî ku rastî eşkere dibe, êdî rebena keç û jinê hew kare tiştekî bike, bi qedera xwe razî dibe.

Mesele tenê zewac be xem nake. Lê zêdebûna ser kezebê û rûreşîya mezin ew e ku mafya jinfirotinê jî bûye bela serê wan keç û jinên reben. Endamên mafyayê bi hezar derewan wan keç û jinan ji rê dibin û piştre wan di kerxane yan di cîyên nebaş de difroşin û didin firotin.

Ji wan keç û jinan Z. A, Meyra, Şorê, Hado û S.A tenê çend kes in, Bi sedan kesên mîna wan hene ku ji mecbûrî qîma xwe bi hewîtîyê tînin û dibin jinên mêrê 3-4 jinan.

Axir, ne tenê li bajarên bakurê Kurdistanê, lê herweha li bajarên Tirkîyê jî rewş heman rewş e, rewşek xerab û qiriktalî. Ew Kurdên ku di rojên teng û zehmet de mal û pêsîra xwe ji Kurdên bakur re vekiribûn, îro li bakurê Kurdistanê per perîşan in û kesek li wan xwedî dernakeve. Ev jî bi serê xwe rûreşîyek mezin a Kurdên bakur e.

Medîakurd

About The Author