Daweta Dînan!

devliken-faruqKurmancî zimanê dayika min e.
Ez bi kurmancî ji dawa wê ketim. Di dawa wê de bi kurmancî mezin bûm; bi firê ketim. Stargeha kurmanciyê bû dawa wê,  lê bi firê ketim û ji dawa wê dûr ketim…
Dayika min û zimanê xwe bi hev re pîr dibin.
Û min ji xwe re zimanekî nûh afirand…
Jixwe pêdivî jî êdî bi zimanê dayika min tune, lewre ew li ser axa xwe dijî û pîr dibe, ez jî li dûrî axa wê dijîm û modern dibim…
Tu li ser kîjan axê bijî, ew ax te vediguherîne rengê xwe û ez jî bi zimanê axa ku nuha li ser dijîm dipeyivim…
Jixwe salê carekê ez û dayika xwe hev dibînin an nabînin, ez bi zimanê wê nizanibim jî xem nake.
Dayika min û zimanê xwe yê bi hev re bimirin!

Li rojavayê welatê min şer e…
Şerekî ku kes nizane ber bi ku ve dihere…
Bazirganên xwînê li ser axa welatê min kaban diavêjin. Dagirkerên diranmivredkirî û devbixwîn simbêlan ba didin!
Û em tenê digirîn, hêsiran dibarînin ser axa xwe, da ku li ser êş û brînên me şên bibe aramî û azadî û rizgariya welatê me…
Lê em bê xwedî û bê Xweda û bê welat in!

deliler

Dayik şîrê xwe li zarokên xwe helal nakin. Ziman ji zarokan xeyidiye. Zarok şîrheram derketin, mixabin. Mala xwe, malzaroka xwe bi malzarokeke çêkirî guherîn…

Kurd bêjiyên misilmantiyê ne. Birayê wan ên misilman axa wan li hev par ve kirine û li mizgeftên xwe fermanan didin; qetla wan, namûsa wan li xwe helal dikin.
Misilmanan Xweda dîl girtine; peyvên kurd û kurdî li wî qedexe kirine.
Xwedê doh jî li kurdan xwedî dernediket, îro jî dernakeve û wer xuyaye wê sibê jî dernekeve…

Û kurd biratiya kurd û tirkan diparêzin ligel ku tirk wan naxin şûna keran jî. Lê xem nake, jixwe di çanda me de navê biratiyê wiha hatiye danîn û bi vî rengî hatiye perwerdekirin civak.
Biçûkê bira kûçikê bira…

Ziman, man û neman e, lê ziman nebe jî ez heme û bi zimanekî din ez hebûna xwe didim peyîtandin.
De guh medê! Çi kurd, çi tirk, çi ereb, çi ecem em hemû însan in û dûre misilman û dûredûre jî bira ne.
Lê nebêjî ez kurd im û zimanê kurdî li ser serê me neke bela û jiyanê li me neherimîne.
Jixwe em giş misilman in û misilmantî jî ji ereban re hatiye bexşandin û zimanê kitêba pîroz jî erebî ye. Netew û zimanên din şeytanî ne. Roja qiyametê li dadgeha Xwedê her kes ê bi erebî xwe biparêze. Lewma jî belasebeb li hêla din netehebin, newestin û bi kûrs mûrsan dema xwe û pereyên xwe xerç nekin. Li vir xwe hînî vî zimanê pîroz bikin.
Bijî zimanê Xwedê!

Li rojavaya welatê min rêvebiriya “Kanton” hat îlankirin.
Kanton!
Kanton çi ye?
Nizanim, lê ew ê tiştekî baş e be heval…
Wek ku bêhna kartolan jê tê, lê ya bi xêr!

Kurdî zimanê Şeytên e. Bi kurdî nepeyivin…
Sedeqelahulezîm!

Fethulahê tirkperest î bazirganê olî û Erdoxanê ne belî li ser parvekirina ceh li hev nakin…
Û Silhedînê me yî Demîrtaş jî çav berdaye serokwezîrtiya Tirkiyeyê. Û xebata wî ya ewil ê entegrebûna kurdan a Tirkiyebûnê be…

Siyasetmedar û rewşenbîrên kurd dibêjin, siyaset û rewşenbîrtî bi zimanê biyanî pîroztir, balkêştir û sûdwertir e…
Jixwe siyaset û rewşenbîrtiya li ser serê nezan û belengazan watedartir e û tenê netewên din te wek siyasetmedar, rewşenbîr zanibe, bes e û çêtir e. Ji bo kurdan ziman ne pêwist e.
Em enternasyonalîst in!
Bijî çeqilmastîzm!

Û em çend kes bi int û eks hîna jî tenê bi kurdî dipeyivin,dixwînin, dinivîsin…

Dibêjin Barzanî û Ocalan jî li ser rojava li hev kirine xwedêgiravî. Lê maşalê ji rojavayiyên min re bi xêr, ji dagirkeran re ne bixêr be.
Bi hêviya ku tiliya dagirkeran ne tê de…

Bê Xweda dibe, lê bê serok nabe!
Bijî mejiyê ku ne yê min!
Û…
Ma tişt ma?
Ma bi Xwedê, gelek tiştên din jî hene, lê bi ya min, îro bes e, bi van têbiniyan bi xwe xweş bînin, heta rojeke din, heke Xwedê nemire, ez ê berdewamiya van têbiniyan bi we re par ve bikim…
Lê jixwe Xwedê bimire, ez jî dimirim, lewma jî dua bikin ku patron sax bimîne…

De guh medê! Çi kurd, çi tirk, çi ereb, çi ecem em hemû însan in û dû re misilman û dû re dû re jî bira ne.

Çaww, yanî bi xatirê we loo!

 

About The Author