TÊ BIBÎ CAMÊR……

Berê her tişt bi qedr û qîmet bû. Giranbuhayîya mirovên hunermend-zana-rewşenbîr u sîyasetmedar bi giranî ya zîv u zêran nedihat pîvandinê.

Di roja îro de her tişt pûç û vala bûye.

Şexsîyeta mîrovan ketiye bin pîyan.

Di wê sala buhurî de çûbûm hin deveran û min dixwest helbestên xwe bixwenda.

Rêxistinan gelek mirov li hev civandibûn.

Dema ku ez beşdar bûb, min silav da civatê û ketim hundurê salonê.

Bala tu kesî nekişand ka ez heme yan tuneme.

Yên ku li wêderê amade bûbûn kûr bi kûr ketibûn gengeşîya sîyaseta çep. Mîna bazara bazirganan bûbû, her yekî dengê xwe bilind dikir û dixwest hemû kes wî guhdar bikin. Deng bi ser dengan diket.

Tu kesî guh nedida kesê din.

Yekî nas ez dîtim û xêrhatinek da min.

-Mamoste tu kînga hatî? Niha em dikarin dest bi bernama xwe bikin.

-Ez ji mêjve li vir im, hûn çawa dixwazin bila wek we be.

Wî camêrî kir nekir bêdengî çênebû û piştî du saetan şunve me dest bi xwendina helbestan kir.

Piştî bernameyê ez bi camêrekî pîr re rûniştim.

  • Xalo…Ma wê ev halê me çawa bibe?
  • Halê me ne tu hal e..Loma em sernakevin.
  • Te gelek roj buhurandine..Emê çawa bi serkevin?
  • Berî her tiştî divê mirov camêr be.
  • Çawa?
  • Biner, hunermendekî wek te berî çend saetan hate vê derê…Tu kes pê nehesîya, bawerim dema tu ketibîye salonê silava te ji ranegirtine.
  • Raste.
  • Ew tê vê wateyê ku tu kes qedr u qîmetê nade cenabê te.
  • Ne xem e xalo.
  • Çawa ne xem e, ma tu gayê sor î û evder der axir e!

. Divê tu xwe giran bifiroşî..Çavê xelkê bitirsînî. Karê xirab û yê herî pîs bikî.Bêrika te jî tijî dirav be û li hawîrdorê te jî çend zilam hebin.Dema ku tu bi van pîvan û adetan biketa hundur wê ew li ber te rabûna ser pîyan û bêdeng bibûna .Û tuyê li ber çavên wan bibûna camêr.

  • Gelek sipas xalo. Lê dixwazim hin tiştên din ji te hîn bibim.
  • Keremke.
  • Hin sîyasetkarên Kurd carina dibêjin “dewleta kûr…dewleta raberî hev” filan û bêvan..
  • Tiştê wisa tune. Kûr dibe, çep dibe, rast dibe û paralel dibe, çi dibe bila bibe, xwedîyê kiryarên tarî dewlet bi xwe ye.
  • Hiiim!
  • Tu tê negihiştî ne wer e?
  • Mînakekî din bidim te.
  • Ji rojan rojek du mîrov dikevin kemîna Jîtemê û tên girtin. Nizanim pişti çend roj û çend şevan gelek tade û êşkence li wan dikin. Lê yek damîş nabe (debar nake, deyax nake) zû tê jihevkirin. Ê din ji li ber xwe dide. Serokleşkerê Jîtemê gelek aciz dibe û ferman dide. Û dibêje  “Wan herdu qeşmeran bibin cîhekî talde û nav daristanan. Ewê ku jihev hat kirin di qûna wî nin. Ewê ku li ber xwe da wî jî darvekin”. Piştî ku leşker û girtî bi rê dikevin û nêzîkî daristanan dibin, ew girtîyê ku jihev hatiye ketin dilerize û bi devmirî dibêje
  • (Qomûtan yalnişliğ yapmayasiniz ha, asilacax olan arkadaşim dir..sîkîlecek olan da benîm…) //(Serleşkerê min, divê hûn şaşîtîyê nekin ha. Ewê ku hûnê têninê ez im û ewê ku hûnê darvekin hevalê min e)
  • Xalo, min tiştek ji te fahm nekir.Tu dixwazî çi bêjî…?
  • Birazîyê min….Her tişt leyîstok e. Dijmin bi me dileyîze. Gelek zir Kûrd bûne şirîkên MÎT ê û dewletê. Siyasetek li ser xwîna xort û qîzên me tê zîvirandin. Gelek taybetmendî û xisûsîyetên me yên netewî, gelek şexsîyetên giranbuha û welatperwer dixwazin têxin bin pîyan. Kurdbûyîna me di xeterê de ye. Şexsîyeta me bûye pênç qirûş û hê jî dixwazin erzan bikin. Û bi destê zir Kurdan…

About The Author