Germik û nermikên me berê xwe dan Dersimê

Belê, li gor fitne û fesadên nava germik û nermikên Kurdistanê û Tirkîyê qal dikin, dibêjin endamên LGBTÎ (Lezbîyen, Gay, Bîseksuel, Transeksuel, Înterseks) berê xwe dane Dersimê û dixwazin li Dersimê, li warê Seyid Riza û Elîşêr komela xwe vekin.

gay

Li ser navê endamên LGBTÎ Xuzrev Orgun, di konferansa çapemenîyê de anî zimên û got: „Bê guman li Dersimê jî Lezbîyen (jinên ku seksê bi jinê re dikin), Gay (homoseksuel, qûnek), Bîseksuel (çerqo berqo, bi herdu alîyan re jî seksê dike), Transeksuel (mêrên ku xwe dikin jin) û Înterseks (ez vê quzilqurtê nizanim, xuyaye lotikvanên înternasnoyan in) hene. Bela xelk zanibe ku êdî em li vir in, em hene û em bi cîyekî de naçin“ filan û fîstan.

Xusrev efendî da zanîn ku ew dixwazin li ser axa xwe bijîn û lotikên xwe bavêjin û ewê li dijî „Homofobî, bîfobî, transfobî, heteroseksîzm, kapîtalîzm, mîlîtarîzm û faşîzmê têbikoşin û tirrê ji wan berdin.

Werhasilî kelam, rehmetî Seyid Riza berî şeniqandina xwe ji dewleta virqo re gotibû „Wê nevîyên me heyfa me li erdê nehêlin“.

Lê mixabin Kemalîzmê û mejîyê Kemalîzma çep tiiirrrrrrrrrrrrrrr ji nevîyê Seyid Riza berdane!

Va endamên LGBTÎ rabûn û li xaka Seyid Riza heyfa bapîrên xwe li erdê nehiştin û komela LGBTÎ vekirin.

Ma ka ji vê tolhildanê mezintir tolhildan!?

Ê de serketin cîgerim….

Dersim

About The Author