GÛ GÛ YE, GÛYÊ PAK TUNE

Xalê Hiseyînê ji  Elbîstanê li qehwexanê rûniştî bû. Tirkekî jê re got “ Hiseyîn, hûn Kurd çito mirovin lo ?

Xalê Hiseyîn zanibû wê dîsa tiştek nijadperestî bibêje, got “ Çi bû Kurêmin, te xêr e oxlim ?

fsm tuvalet Kopie

Yê Tirk got “ Çi çibû, hûn Kurd wexta dirîn li gûyê xwe mêze dikin lo

Xalê Hiseyîn hinek fikirî û bersiva wî da “ Erê oxlim rast e, wexta em dirîn em li gûyê xwe mêze dikin hela gûyê me Tirk e yan na.

Hinek Kurd Kurdan bi dek û dolaban, bi zora çoyan dikin bin bandora Tirkên çeqilmast. Ew Kurdên çeqilmast bila baş bizanibin ku ew ji wî gûyî heramtir û xirabtirin. Madem ew gû li we geryaye, hiç nebe me jî bi xwe re ne lewitînin lo…

About The Author