Belê, berberî û rikberîya navbera PKK(Ocalan-BDP) û HUDA-PAR (Hizbûllah) berdewam e. Şerê salên 90 î heta bi îro didome û herdu alî car caran hevdu didin ber lotik û zîtirkên kesanedî. Di salên 90î de di şerê herdu alîyan de bi hezaran welatparêz û Kurdperwer hatin qetilkirin. Lê balkêş e, tenê welatperwer û Kurdperwer hatin kujtin. Heta îro jî herdu alîyan rêveberek yan kadroyek hevdu nekujtine. Li ku welatperwerek û Kurdperwerek hebû, ew hat qetilkirin û meydan ji welatperwerên Kurd hatin valakirin.
Axir, yek ji serokên HDP (Halklari Dewşîrme Partîsî) Sirri Sureyya Onder çû tewafa Îmralîyê û bi başqan Ocalan re hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de başqanê Kurdên sererd û binerd sayin Ocalan lotikek li HUDA-PAR ê xist û tirr ji wan berda.
Başqanê Demokratîk Cimhûrîyetê sayin Ocalan, di hevdîtinê de peyamek germik û nermik ji HUDA-PAR a îro û „HIzbûllah“ a doh“ re şand û got: „Way way way, wan sofîkan lotikên xerab avêtine, divê ji xelkê lêborîna xwe bixwazin babam, ma tiştekî belaş heye. Divê lêborînê bixwazin ku karibin di siyaseta legal de lotik û zîtirkên azad bavêjin“ filan û fîstan.
Piştî ku Sirri Sureyya Onder ev peyam belav kir, çawîş û başçawîşên HUDA-PAR ê rabûn ser tapanan û başqanê Kurdên sererd û binerd Ocalan dan ber lotik û zîtirkên Hizbûllahkî.
Di vê derbarê de Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA-PAR ê cîgerim Seîd Şahîn, çend lotikên bêîman li başqan Ocalan xist û ew da ber şeg û pekan.
Çi got Seîd Şahîn efendî?
Got: „Way way way, mêro şûjina di çavê xwe de nabîne, lê derzîya di çavê HUDA-PARê de dibîne. Ocalan bela destpêkê hesabê kujtina bi deh hezaran kes bide û rexne li xwe bigire. Piştre kare HUDA-PAR ê rexne bike. Ma ne ew bû ê ku digot „Me 15 hezar hevalên xwe kujtin?“ filan û fîstan.
Seîd Şahîn efendî piştre got: „Dogu Perînçek (Serokê Partiya Karker) û Yalçîn Kuçuk aqilmendên Ocalan efendî bûn û îro ew xiyar ji ber doza Ergenekonê di girtîxanê de ne. Şikir ji xwedê re, tucarî aqilmend û şêwirmendên çeteyên wek Ergenekonê nebûna para HUDA-PAR ê“ filan û xeftan.
Axir, berdevkê HUDA-PAR ê Seîd Şahîn, lotikek qerase li başqanê me xist û got: „Divê Ocalan tobe bike û lêborîna xwe ji gelê Kurd bixwaze. Ew bi devê xwe dibêje ku ew „taşeronê“ hêzên tarî ye. Bi navê azadîya jinê namûs bi Kurdan re nehiştiye, bi qûnek, bîseksuel û transseksuelaran re partî ava kiriye û dixwaze Kurdan di nava vê partîya dewşîrme û qûnek de bike çeqilmast. Ocalan li dijî gelê Kurd her cûreyên teror û şîddetê ecibandiye û serokê wê zilmê ye. Ocalan hê di balafirê de teslîmî dewleta kûr bûye û eşkere kiriye ku ew neferê dewletê ye. Ji xwe hewce nake ez behsa vîdeoyên wî û mikurhatinên wî bikim, ew ji Tirkekî nîjadperest zêdetir Tirk e. Gava meriv li vîdeoyên wî temaşe dike, ji xwe, ji insanetîya xwe û ji Kurdbûna xwe şerm û fedî dike“ filan jehr û ziqûm.
Seîd Şahîn di dawîya bersiva xwe de eynen ev got: „Serokê Hizbûllahê bi şerefa xwe canê xwe di ber doza xwe de feda kir. Lê Ocalanê tirsonek hem xwe, hem gelê xwe û hem jî doza xwe firot“ û mîrkutek qerase li nav serê başqanê me xist wesselam…
Ez serê xwe û we neêşînim, PKK, Ocalan û HUDA-PAR wek dîk û mirîşk rabûne hev. Îcar wê kî pelûlê bi serê kê de birjîne tenê xwedê û melkemot zane. Lê xwedê bikim dîsa Kurd şerê hevdu nekin…
Sêrt
More Stories
5ê Mijdarê yan dîk dibe serok, yan mirîşk
Narînê hey Narîn hey Narîn…
Milletê bê xwedî, welatê bê sermiyan