Kêmasîyên me…

Pêvajo û rewşa mirov bi hevdu re girêdayî ye. Her ku dem pêş ve diçe, mirov kamil û zana dibe. Ew mirovê ku kamil û zana ye, ber bi pîrbûnê ve diçe. Pêşveçûyîna demê tu tişt wek xwe namîne, tê guherandin..

Carcaran mirov di hundurê wê pêvajoyê de tiştên çê diafirine.Û carna jî rûxên e. Erka wan mirovan li gor xebat û kiryarên bi qencî û xirabîyê tête pîvandin.

Ez jî wek hin kesan mirovek di rêzê de me. Demekê ji min dihat û min ji bo doza welêt jîyana xwe da erdê û xebat kir.

Vê demê ber bi kalbûnê ve diçim. Rewşa min û tenduristîya min ne baş e, nikarim wek berê di xebata civakî de cîh bistînim û kar bikim. Ne hewceye jî. Ji ber ku xort û qîzên me yên xwenda û zana bi coş dixwazin di nava dozê de xebatê bikin û li dozê xwedî derkevin. Naxwazim bibim asteng. Bi taybet ji bo wan dixwazim rê vebe.

Ev gotinên min nayên wê wateyê ku ezê dev ji her tiştî berdim.

Em neteweyek in. Ji bo neteweyekî her tişt pêwîste û divê bête kirin.

Ji destê min nivîsandin tê, dinivîsînim. Wêneyan çê dikim. Ne ji bo tu kesî, ji bo xwe.Bi bîr û bawerîya xwe ya netewî dixemilînim. Yên ku hez bikin bixwînin bila bixwînin. Yên ku li dij bin xem nake, bila dijîtîya xwe ya çêker bidin pêş. Ser seran ser çavan…

Di wî warî de gelek nas û dostên min yên sîyasî yên berê henekên xwe bi min dikin. Nivîsên min napejirînin. Sivik û nizm dibînin. Bi yek devî ( tu sîyasetzanî, hunermendî, ma çi karê te li ser rewşa cinsî heye, çima lotikan diavêjî) dibêjin.

Çend sal in xebatek girîng û yekta heye û min ji xwe pê ve zeliqandiye da ku em bikaribin wek hin pêkenokên neteweyên din ji bo neteweyê xwe bingeha rexnekirin, rexnelixwegirtinê biafirînin û bi rêya pêkenokan bidin nasîn.

Gelek dilsozên me yên welatperver hatin ba hev û malperek Kurdî afirandin. “LOTIKXANE”

Gelek tişt hene îro jî mirov wisa bi hêsanî nikare lê ke û bi Kurdî bi nav bike. Hin tiştên tenduristî, dadî, teknîkî û her wekî din. Wek cinsî..

Pêkenok ew e ku mirov bi nivîsandina pêkenokê bi hin tiştan şa bibe.Hîn bibe û rêya rast ramankirinê bibîne.

Ma ew zimanê ku di warê dadî, ramanî, tenduristî û teknîkî de neyê nivîsandin û bi kar neyê, wê çawa bi pêşve here?

Divê ew hemû hebin. Roman, çîrok, di dinê de çi heye emê bi zimanê xwe binivîsînin.Hîn bibin û bidin hînkirin.

Yên ku sîyasetê dikin qada sîyasetê xuya ye. Bila li wê derê berdewam kin.

Yên ku karê hunerê dikin..

Yên ku karê tenduristîyê..

Karê dadî..

Ûhwd. Bila kerem kin bixebitin.

Ma em astengîyê dikin? Ne xêr.

Yek tiştek heye. Dem û pêvajo hatiye guhertin. Em jî bi wan re hatin guhertin.

Xebata lotikan kete para me. Bila kes me sivik nebîne. Heke ji me çêtir û baştir karibin bikin, fermo, kesî destê wan negirtiye.

Di destê me de darê efsûnî nîne û rêxistin jî nema..!

Bijî Lotikxane!

Welle û bille jîyan bê lotik nabe!

———–

Dibêjin ji rojan rojek di nava balafirekê de hin tiştên ne baş diqewimîn. Dema ku balafir bi hewa dikeve, du pîlot galegalê dikin. Lê dengok (mîkrofon) vekirî ye û haya wan jê tuneye.

-Lawo te ew hostêsa nû dîtiye, çi nermik û xweşik  e wey bavooooo!

-Ma kero, qey te zu negote min. Niha ezê herim destavê û dû re ezê di wê nim..

Dema ku ew galegal ji dengokê bilind belav dibe, hemû rêwing guhdar dikin. Hostês wan laqirdîyan dibîhîze û bi lez û bez ber bi pîlotan ve diçe. Rêwingekî kal bi ken dibêje:

-Xanim û xatûna delal, bilasebep lezê meke. Wê pîlot here destavê, piştî destavê ewê di tene..

About The Author