Belê, li ser bextê doxînsist û zikmezinên Silêmanîyê be, dibêjin her du partîyên îslamî yên Herêma Kurdistanê (Komela Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê) bi giştî 5 wezîran ji kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazin.
5 wezîr û wezaret ha!
Îcar we fêhm kir bê çima ev 5 meh in hikûmet nayê avakirin?
Avakirina hikûmetê ketiye kuna wezîr û wezaretan. Heta li ser wezîran li hev nekin û kodika tembûra xwe danegirin, ne hikûmet ava dibe û ne jî muxtar dest bi kar xikin.
Bi dîn û îman em qebûl nakin!
Bi şeş telaqên jinberdanê em qebûl nakin!
Wek Lotikxane me ji Komela Îslamî ya Kurdistanê û ji Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê zêdetir xizmet ji başûr û hikûmeta Kurdistanê re kiriye. Çima ma em wek wan sofîk û mofîkan jî nayên kaka? Ma mafê me jî di wan wezaretan de nîne?
Na canekem na, êdî bes e!
Yan hûnê 1,5 wezaret (wezaretek û nîv) bidin terîqeta Lotikxanê, yan jî bi ellahwekîl emê jî wek PYD bikin û li başûr kantonên xwe ava bikin û xelas…
Mazlûmê me got: Bê tifaq jiyan nabe!
Ha bratîya gelan, ha bratîya mişk û pisîkê
Erê keçel e, lê qeraseyekî zilama ye