Em jî 1,5 wezaretan dixwazin kaka!

islami wezir KopieBelê, li ser bextê doxînsist û zikmezinên Silêmanîyê be, dibêjin her du partîyên îslamî yên Herêma Kurdistanê (Komela Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê) bi giştî 5 wezîran ji kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazin.

5 wezîr û wezaret ha!

Îcar we fêhm kir bê çima ev 5 meh in hikûmet nayê avakirin?

Avakirina hikûmetê ketiye kuna wezîr û wezaretan. Heta li ser wezîran li hev nekin û kodika tembûra xwe danegirin, ne hikûmet ava dibe û ne jî muxtar dest bi kar xikin.

Bi dîn û îman em qebûl nakin!

Bi şeş telaqên jinberdanê em qebûl nakin!

Wek Lotikxane me ji Komela Îslamî ya Kurdistanê û ji Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê zêdetir xizmet ji başûr û hikûmeta Kurdistanê re kiriye. Çima ma em wek wan sofîk û mofîkan jî nayên kaka? Ma mafê me jî di wan wezaretan de nîne?

Na canekem na, êdî bes e!

Yan hûnê 1,5 wezaret (wezaretek û nîv) bidin terîqeta Lotikxanê, yan jî bi ellahwekîl emê jî wek PYD bikin û li başûr kantonên xwe ava bikin û xelas…

About The Author