HPK gund û bajar dane ber xwe

Belê, Hewldana Partîyek Kurdistanî (HPK) ji gund û bajarên Kurdistanê dest bi lotikan kir û pêde çû. Ciwamêran wek mêşên hingiv nasekinin. Ha li vî gundî, ha li vî bajarî, ha li vê aşxanê û ha li vê hotêlê, civînên xwe çêdikin û amadekarîya partîyek Kurdistanî dikin.

hpk-civina-istanbul

Axir, piştî bajarên Kurdistanê, îcar lotikvanên HPK berê xwe dane bajar û metropolên Tirko cimhûrîyetî û hewldana xwe û armancên wê didin naskirin. Herî dawîn lotikvanên HPK li Stenbolê clotikek avêtin û civînek qerase li dar xistin.

Lotikvanên HPK di roja 22.02.2014an de li Stenbolê civîna Hewldana Partiyek Kurdistanî li dar xist û îmana meselê teneke kir. Bi amadekarîya Endamên Meclîsa HPK yên li Stenbolê û bi alîkarîya hevalên dor û berên HPK ê, li Taksîmê, di Salona Cezayirê de civîn pêk hat.

Civîn bi beşdarîya nêzîkî 100 kesayetên qerase pêk hat..

Moderatorê civînê cîgerim Alî Fîkrî Işik di derbarê armanca civînê û di derbarê xebatên HPK ê de hin malûmat dan. Paşê jî, Endamên Komîteya Rêveberîyê Mehmet Gul û Emîn Baltaş bi berfirehî agahdarî û malûmat di derbarê HPKê de dan. Endamên Meslîsa HPK Emîn Eren û Şukru Bîlgîç jî di derbarê armanc, raman û perspektîfên HPK ê de hin malûmat û nerîn anîn ser zimên û çend lotik avêtin.

Piştre Endamên Komîteya Koordînasyona HPK ê M.Salih Özgökçe û Mustafa Özçelik, behsa rewş û siyaseta HPKê ji roja pêşî û heta îro kirin û çend lotik avêtin.

Axir, civîna HPK bi def û zirne xelas bû û govendgêr jî heta civînek din xatir ji hev xwestin..

Stenbol

 

 

About The Author