Dev ji axretê berda û bi dinyayê girt

Xanima nîvnermik û nîvgermik Kate Stoltz, endamek ji endamên mezhebê Amîş bû. Amîş mezhebek radîkal û hişk ê Filehan (xiristiyanan) e. Kate xanim di dêrê (kilîsê) de dijîya û ji gotina dê û bavê xwe dernediket. Lê çi bû, çi nebû kes nizane, Kate Stoltz lotikek li hezhebê Amîş û li dêrê xist û terka wan kir.

kate stoltz3

Xuyaye jiyana axretê neketiye serê Kate xanimê. Dinya û jiyana dinyayê pê maqûltir hatiye û çîrok mîrokên axret, cennet û cehnemê neketiye serê wê.

Piştî ku Kate xanimê lotikek li mezhebê Amîş û li jiyana dêrê xist, rasterast berê xwe da New York ê û bû fotomodel û manken. Helbet canim, jiyana girtî ya mezhebê Amîş û dêrê li kuuuuuuu û jiyana New Yorkê û şût û rûtbûnê li ku!

Ma cîyê ku pare, xiyar û tirozî lê hebin, kes qîma xwe bi çîrokên axretê tîne?

Axir, Kate Stoltz xanim niha bi jîyana xwe pir bextewar û dilxweş e. Hem pare hene, hem xiyar û tirozî hene û hem jî kengî bixwaze kare têra xwe lotik û zîtirkan bavêje.

Ma ka ji vê jîyanê xweştir?

Bixwe, vexwe û lêxe, ooooxxxxxxx!

New York

kate stoltz2

kate stoltz4

kate stoltz5

kate stoltz6

kate stoltz7

About The Author