Evîna me bû seroka Sosyaldemokratên cîhanê

Belê, li ser bextê fitne û fesadên nava Sosyaldemokratên Swêd û Danîmarkayê be. Dibêjin endama rêvebirîya ciwanên Sosyaldemokratên Swêdê Evîn Încîr (hejîr) terfî kiriye û bûye seroka ciwanên Sosyaldemokratên Cîhanê (ÎUSY).

Evîn Încîr ji Diyarbekirê ye û di şeş salîya xwe de hatiye Swêdê. Xwendevana hiqûq e û keçek jîr û çalak e.

evin_incir

Axir, em vê lotika keça xwe Evîn Încîr pîroz dikin û jê re lotikên pîroz dixwazin.

Kurd li her welatî, li her qadê, di her beşê jiyanê de cîh bigire û serketî be kar û fêde ye. Kurd çiqasî karibin di qada navnetewî de xwedî gotin û desthilat bin, kar e û ne xisar e. Bi taybet di qada navnetewî de serketin û desthilatdarîya keç û xortên Kurd, ji bo pêşeroja Kurd û Kurdistanê nîşana ronahîyê ye.

About The Author