Girîngîya siyasetek netewî, bi şexsîyet û Kurdistanî

nuri8Kurd di qonaxek girîng re derbas dibin. Heke em parçeyê rojhilatê Kurdistanê ji nav derxin, di her sê parçeyên din de Kurdan destketinên mezin û girîng bi dest xistine. Paraztin û xwedîlêderketina van destketinan erkek netewî ye, erka her Kurdê welatperwer e. Bi taybet li başûr û rojava rewş gellek zîz û hesas e.

Li başûrê welatê me hikûmetek Kurdan heye. Federatîf in û bi hêz û siyaseta xwe li cîhanê xwedî gotin, xwedî rêz û bandor in. Çi Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dibe û çi jî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dibe, bi siyaseta xwe ya aştîyane û bi helwesta xwe ya netewî, bûne xwedîyê payebilindîyek mezin, xwedîyê rêz û giranîyek mezin. Çi di derbarê herêma Kurdistanê de dibe, çi jî di derbarê Kurdên parçeyên din de dibe, siyasetek netewî û Kurdewarî dimeşînin, siyasetek aştîyane û ji şerê brakujîyê dûr.

neciro

Rewşa rojavayê Kurdistanê hem ji alî Kurdan ve, hem jî ji alî dewletên Rojhilata Navîn û dewletên dinyayê ve rewşek zîz û hesas e. Parçebûna partîyên Kurdên Sûrîyê, helwesta ezezî û hegemonya PKK û pêve girêdayî ya PYD, dibe sebebê hejandin û sistbûna derfetên ku ketine dest. PYD heman siyaset û helwesta PKK dimeşîne û ji derveyê xwe tu hêz û desthilatdarîyek din qebûl nake. Ev jî dibe sebeb ku Kurd nikaribin di bin sîwanek netewî de bibin yek û bibin xwedî hêz û gotin. Her çiqas PYD bi desteka rejîmê (ev gotin hem ji alî rêvebirên PYD ve û hem jî ji alî berpirsên rejîmê û oposizyonê ve jî gellek caran hatiye gotin û piştrastkirin) li rojavayê Kurdistanê xurt bûbe û gellek deveran di bin kontrola xwe de digire jî, em nikarin qala yekîtîya Kurdên Sûrîyê bikin. PKK li bakurê Kurdistanê yekîtîyek çawa dixwaze, PYD jî li rojava heman yekîtîyê dixwaze. Ango yekîtîyek bi serokatîya wan û di bin per û baskê wan de. Ev jî dibe sedema herî mezin ku partîyên Kurd nikaribin bibin yek û awira gelemperî ya cîhanê wan wek hêzek serbixwe û hêzek pêbawer qebûl bikin.

Di vê derbarê de, ji bo ku Kurdên rojava bibin xwedîyê gotin û helwestek netewî, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tiştê ji destê wan hat kirin û dikin. Civîn û peymana Hewlêrê nîşana vê helwesta aştîyane û bratîyê ye. Lê heyf û mixabin ev peyman tenê li ser kaxezê ma û helwesta şaş a PYD nehişt ku peymana Hewlêrê bi cîh bê û hevkarîyek xurt di navbera Kurdên binxetê de pêk bê.

Helbet yek ji sedema ku Kurdên Sûrîyê di qada navnetewî de nayên qebûlkirin û piştgirîyê nabînin, helwest û siyaseta PYD ye. Ji ber ku PYD ne ji bin bandora siyaseta PKK derdikeve û ne jî têkilîyên xwe bi rejîma Sûrîyê re qut dike. Sedema ku PYD nexistin civîna Cenevre-2 jî ev e. Ji ber êdî Amerîka bi xwe jî zane û qebûl dike ku PYD hevkarê rejîma Sûrîyê ye û ji derveyê PKK nikare siyasetek serbixwe bimeşîne. Ev jî dibe sebeb ku Amerîka û dewletên rojava halîhazir nexwazin Sûrîye parçe bibe û Kurd bibin xwedî federasyon yan jî serbixwe bibin. Ger PYD siyasetek Kurdistanî bişopanda û xwe ji bin wesayeta PKK û rejîmê derxistiba, belkî rewşa Kurdên rojava îro di qonaxek din de seyr bikira. Ji xwe êlankirina “kantonan” bû zêdebûna ser kezebê. PYD bi devê xwe û eşkere dibêje (hevpeyvîna rêvebira PYD Hêvî Ibrahîm bi rojnamevanê Tirk Mutlu Cîvîroglu re) ku êlankirina kantonan bersiva civîna Cenev-2 bû. Yanî, ji bo ku Kurdên ji derveyê PYD di civîna Cenev-2 de federasyonê nedin qebûlkirin û bidestnexin, ev gava ku jê re kanton tê gotin û ji parçekirina rojavayê Kurdistanê pê ve nayê tu wateyek din, avêtin. Ev jî tê çi wateyê û di xizmeta kê de ye êdî hûn biryarê bidin.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî heta bi îro jî siyasetek serbixwe, aştîyane û Kurdistanî meşandin. Bi ser ku PKK û PYD di çapemenîya xwe de, bi devê rêvebirên xwe, bi dehê caran êrîşî Barzanî û PDK kirine jî, lê Barzanîyan û PDK her û her xwe dûrî şerê brakujîyê kirine, guhê xwe ji êrîşên PKK û PYD re girtine û nexwestine di serdema îro de Kurd şerê Kurd bike. Lê sed heyf û mixabin, helwesta PKK di salên 80 î de çi bû, îro jî li dijî Barzanîyan û PDK heman helwest e. Her çiqas car caran siyasetek nerm û qaşo branaye bê meşandin jî, lê di pişt perdeyê de niyet ne pak e, ne netewî ye û ne Kurdistanî ye. Sebeb jî ev e ku Barzanî û PDK xeta netewî û Kurdistanî diparêzin, Kurd in û Kurdistanî difikirin, Kurdistanî dilivin. Di vir de xala herî mezin û sereke ev e: Barzanî, PDK û kesên di çarçoveya vê sîwanê de siyasetê dikin xeta Kurd û Kurdistanî diparêzin. Û PKK, PYD û alîgirên wan jî şerê xeta netewî û Kurdistanî dikin û Kurdistanê dikin bi qurbana demokratîkkirina dewletên ku Kurdistan dagîr kirine. Ferq ev e.

Li bakurê Kurdistanê baş xerab pêvajoya aştîyê ya navbera PKK û hikûmeta AKP didome. Û di vê pêvajoyê de rol û bandora Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî pir çêbûye.  Pirê caran ev herdu serok di navbera herdu alîyan de bûne qasidên pêvajoya aştîyê û ew nêzîkî hev kirine. Serokê PKK A. Ocalan çend caran bi taybet name ji Barzanî se şandine û ji bo rol û desteka wî ya aştîyane spasî kiriye. Ocalan xwestiye ku Barzanî piştgirîya pêvajoya aştîyê bike û rola xwe bilîze. Û Barzanî jî texsîr nekiriye, ne wek partîyek dijmin lê wek partîyek Kurd li PKK nerîye û tiştê ketiye ser milê wan kiriye, kirine. Lê mixabin bi ser evqas piştgirî û alîkarîyê jî, PKK û PYD di çapemenîya xwe de her û her êrîşî Barzanî û PDK dikin. Esasen ew ne êrîşî Barzanî û PDK dikin, di kesayetî û şexsiyeta wan de êrîşî xeta netewî û Kurdistanî dikin.

Bi kurt û Kurmancî; divê Kurd demokrasîya ku ji xelkê re dixwazin, berî her tiştî ji xwe re bixwazin. Enternasyonalîzm û bratîya ku ji xelkê re dixwazin, berê ji Kurdan re bixwazin.Bi taybet jî divê PKK wek partîyek mezin rola xwe bilîze û êdî xeta Kurdistanî zêdetir pirarêze, xwedî lê derkeve û rê nede ku êdî Kurd şerê Kurd bike. Wek ku gorbehişt Pêşewa Qazî Mihemed gotiye, “Kurdê herî xerab ji dijminê herî baş çêtire”. Divê êdî em Kurd xwe ji bo berjewendîyên xelkê nekin qurban. Divê em siyasetek serbixwe, bi şexsîyet û Kurdistanî bimeşînin.

Û divê em zanibin ku “Ji Kurdan pêve dostê Kurdan tunene”.

About The Author