Li bajarê Wanê êrîşên BDP

xalid hekariGelo çima BDP yî êrîş û gefan li partîyên din dikin ?

Her ku hilbijartin nêzîk dibin, alîgirên BDP û PKK êrîşî partîyên din dikin, bi molotofan ofîsên wan dişewitînin û li endamên partîyên din dixin. Bi taybet şênîyên bajarê Wan ê ji ber van êrîşan ne rehet in.

Li gor gotinên hinek BDPyîyan, BDP  di derbarê van hilbijartinan de lêkolînek berfireh kirine. Li gor wan lêkolînan ji % 42 BDP ji%47 AKP û yên din jî jibo HAK-PAR û HÛDA PAR û ên mayîn in. Ev jî nîşan dide bajarê ku wê Wanê ji destê BDP ê derkeve û bikeve destê AKP.

Di nav xelkê Wanê de nerazîbûnek mezin li hember BDP heye. Lê ew ne babeta vê nivîsê ye, di nivîsek din de emê bi dirêjî qala wan nerazîbûnan û rewşa aborîya Wanê  bikin. Lewra BDP yî pir aciz in dixwazin bi wan êrîş û gefan partîyên din çav tirsandî bikin, belku bi vî avayî çend dengên zêdetir bistînin û şaredarî ji dest wan dernekeve. Heke şaredarî ji destê wan derkeve, ewê gelek gendelî, dizî û tiştên nebaş yên ku di şaredarîyê de hatine kirin, derkevin mazatê.

huda-par wan

Êrîşên BDPê …

Berî niha bi mehekê êrîşî namzetê şaredarîya bajarê mezin yê AKP kirin. Piştre li Miradîyê (ku ez xelet nebim ) dîsa êrîşî namzetê AKP yê Miradîyê kirin û 16 kes brîndar bûn.

Berî niha bi çend rojan êrîşî HAK-PAR îyan kirin, doh êrîşî HÛDA-PAR î  yan kirin û li wan xistin. Îro hemû partî ji bo çareserkirina van êrîşan li Wan ê li hev dicivin. Wê ji civînê çi çareserî derkeve ewê sibê kifş bibe. Îhtimala herî mezin yan wê BDP gefan li wan bike, yan jî wê bibêjin haya me jê nîne,  çend sûtal in (soytarî) van karan dikin û em nikarin wan zeft bikin.

Ji berê de dibêjin “zor gîzerê radike”. Hêvîdarim partîyên Kurd şerê hev nekin. Lê ku BDPî dev ji van êrîş û gefên xwe bernedin, xuyaye wê partîyên din jî mecbûr bimînin xwe biparêzin û ev jî tê wateya pevçûn û şerê brakujîyê.

About The Author